• DOLAR 32.449
  • EURO 34.467
  • ALTIN 2488.99
  • ...
Amerîka: Em ê ji Sûriyê venekişin!
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

James Mattîsê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê li desgeha çapemeniyê ya Wezarata Parastinê ya Amerîkayê bi endamên çapemeniyê re hat bal hev û daxuyaniya çapemeniyê da. Mattîs di daxuyaniya ku belav kir de destnîşan kir heta ku hevdîtinên Cenewreyê bigihijin çareseriyeke dîplomatîk ew ê ji Sûriyê venekişin.

Mattîs di berdewama axavtina xwe de di warê meseleya Sûrî de Cenewreyê nîşan dan û diyar kir: "Ew cihê ku em ê di warê lihevkirina siyasî û jê wirdetir de serî lê bidin ew pêvajoya Cenewreyê ya ku di koordînasyona Neteweyên Yekbûyî de berdewam dikin e. Hedefa me ya niha heta ku DAIŞ wek xîlafet bi dawî bibe domandina operasyonan e û her wisa hedefa me heta ku di Cenewreyê de çareseriyeke dîplomatîk çêbibe mihafezekirina venekişîna ji Sûriyê ye. Ji ber vê yekê heta ku pêvajoya Cenewreyê bi netîce nebe em ê ji Sûriyê venekişin."

Di civîna çapemeniyê de ji Mattîs pirsa pîvana têkçûna DAIŞê çi ye wisa bersivand: " Ev rêxistin hêj xelas nebûye û heta ku micadeleya li hember wan hebe, ew ê Amerîka şerkirinê bidomîne."

Her wisa ji Mattîs pirsa li Sûriyê pêwendiyên Îran û Rûsyayê  çawa ye hat kirin, Mattîs vê pirsê jî wisa bersivand: " Ev pirseke pir baş e, lê ez bo bersivandina vê pirsê ne amade me."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir