Serokomar Erdogan: Konvoya me ya alîkariyê ya ku ji 50 TIRan pêk tê sînor derbas kir
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beriya ziyareta Rûsyayê di daxuyaniya çapemeniyê ya ku da de derbarê erdheja ku li Kurdistana Iraqê qewimî de destnîşan kir "Konvoya me ya alîkariyê ya ku ji 50 TIRan pêk tê sînor derbas kir."
Erdogan di berdewama daxuyaniya xwe de diyar kir hema piştî erdhejê saziyên wan bi lez sewqî herêmê hatine kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Xweda silametiyê bide xelkê Iraq û Îranê. Piştî bobelatê me saziyên xwe yên eleqedar hema di cî de sewqî herêmê kir. Saziyên me Heyva Sor, AFAD û yên mîna wan xebatên alîkariyê dikin. Konvoya me ya alîkariyê ya ku ji 50 TIRan pêk tê sînor derbas kir."(ÎLKHA)