• DOLAR 32.423
  • EURO 35.127
  • ALTIN 2327.911
  • ...
Yetîm-Dera Ewrûpa ji bo mexdûrên erdhejê kampanya alîkariyê da destpêkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berî vê du rojan li Kurdistana Iraqê li bajarê Silêmaniyê di mezinahiya 7.2an de erdhejek çêbû, li gor tespîtên ewil li Kurdistana Iraq û Îranê bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî birîndar bûn û bi hezaran kes jî bê mal û bê war man. Piştî vê erdheja bi kovan û elemnak, Yetîm-Dera Ewrûpayê ya ku Saziya Alîkariya Însanî ya Navneteweyî ye ji bo ji xelkê herêmê re alîkariyê bigihîjîne xebatên alîkariyê da destpêkirin.

Arîkarê Serokê Giştî yê Yetîm-Dera Ewrûpayê ye derbarê erdheja ku qewimiye de diyar kir ji ber erdhejê li herêmê qeyraneke mezin heye û ji ber vê yekê jî ew xebatên alîkariyê dane destpêkirin.

Ateş di berdewama axavtina xwe de diyar kir bo alîkarî demildest bên gihaştin herêma erdhejê xebat hatine destpêkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Li gor agahiyên ku hatine li ber destên me li herênê bi lez pêdivî bi bataniye, kon, erzaq û tiştên mîna wan hene. Em jî wek Yetîm-Dera Ewrûpayê bo kesên ku bûne mexdûrê erdhejê alîkarî bikin xebatan da destpêkirin."

Ateş di dawiya axavtina xwe de bo kesên ku bixwazin alîkariyê bikin nimreyên "0049 157 73 97 58 18 û  0049 7623 71 777 30" û nimreya hisabê ya "IBAN DE50 6001 0070 0786 9127 08" parve kir.(ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir