• DOLAR 32.367
  • EURO 34.974
  • ALTIN 2325.305
  • ...
Li Herêma Kurdistanê erdhej: Zêdetirî 200kesan jiyana xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Do êvarî li Silêmaniya bajarê Herêma Kurdistanê erdhej çêbû, bi sedem çêbûna erdhejê li Silêmaniye 6 û li Îranê jî 200 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gor tespîtên ewil ji hezar û 500 kesî zêdetir kes jî birîndar bûn. 

Erdheja bi şideta 7.2an a ku navenda wê Silêmaniye bû  di derdora saet 21.20an de pêk hat. Erdhejê; li ser Îran, Tirkiye, Lubnan, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, Qatar, Ermanîstan û Gurcîstanê tesîr kir.   

Parlamenterê Meclîsa Îranê Ferhad Tecrî di warê erdhejê de ji Ajansa Nûçeyan ya Tasnîmê re peyîvî û destnîşan kir ku piştî erdhejê li Kasri Şîrîn, Serpûlzîhab û Selas Babacanî 155 kesan jiyana xwe ji dest dane û ji hezar û 500 kesî zêdetir kes jî birîndar bûne.      

3 roja şîn hat îlankirin

Li gor beyanata ku ji teref Walîtiya eyaleta Kermanşahê ve hat dayîn ji ber  erdhejê li giştiyê eyaletê 3 rojan şîn hat îlan kirin.

Alîkarê Waliyê Eyaleleta Kermanşahê Mucteba Nîykkerdar, destnîşan kir ku gelek kes di bin hezazê de hene û weha got: "Serê sibê ronahî têkevi erdê em ê bi helîkopteran li gundan dest bi tesbîtên ziyanê bikin. Em endîşe dikin ku hejmara mîrî û birîndaran zêde bibe." 

Derbarê mijarê de ji teref Serokwezîrtiyê ve beyanatek hat dayin û hat diyarkirin ku piştî erdhejê Heyva Sor (Kızılay) bi wesîla enbarên xwe yên li herêmê dest bi alîkariyan kiriye. Di berdewama beyanatê de hat îfadekirin ku ekîbên AFAD, UMKE yên ji bo faaliyetên lêgerîn, rizgarkirin, alîkariya însanî û materyalên alîkariyê hatiye şandin ser Deryê Sînorê Xabûrê.

Balyozxaneya Tirkiye ya Bexdayê derbarê mijarê de beyanatek nivîskî weşand û derbarê hedîseyê de ji kesên di bin bandora erdhejê de mane û gelê Iraqê re daxwaza sersaxiyê hat kirin.  

Di beyanatê de weha hat gotin: "Erdheja ku gelek caran li pey hev çêbû divê hemwelatiyên me hişyariyên ji teref Iraqê ve bên kirin dîqet bikin û hemî amadehiyên xwe bikin û ger amade bin wê ji bo wan çêtir be."

Wezîrê Zîraet û Çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistana Iraqê Abdûlsettar Mecîd derbarê ziyanê de destîşan kir ku li Bendava Derbendîhana Silêmaniyê xesar pêk hatiye û ji bo xesar bên tesbît kirin xebat hatine destpêkirin.     

Mecid ji bo kesên malê wan li nêzîkî bendavêye hişyarî da û xwest ku ji bo ewlehiya wan ji deverê dûr kevin. Mecîd, di dawiya axaftina xwe de got ji bo em têkevin pêşiya felaketên mezintir bi taybetî di bin zemîna bendavê de wê lêkolîn bên kirin. (ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir