• DOLAR 32.566
  • EURO 35.007
  • ALTIN 2432.034
  • ...
50 pezên ku di zeviyê pembû de çêriyan telef bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li çolwara Buyukçayli ya kolana Kume Evlera taxa Sîrte ya ku girêdaye Serê Kaniya Navçeya Rihayê, 50 mîhên ku di zeviyê pembû de çêriyan bi jahrê ketin û telef bûn.    

Derbarê mijarê de xwedyê ajalan Mehmet Gulumser beyanat da û got, piştî gundiyekî me zeviya xwe yê pembû çinî, min pezê xwe ji bo biçêrin bir nav zeviyê pembû.

Gulumser îdîa kir ku îlac hatiye avêtinin nav zeviyê hatûbû çinînîn û wisa pêde çû: "Me serê sibê mîhên xwe bera nav zeviyê pembû dan. Pîştî mîhên me ket nav zeviy, 15 deqe derbas bû mîhên me yek bi yek ketin û telef bûn. Heta niha 50 mîhên me telef bûne."

Piştî bûyerê cendirmeyan derbarê mijarê de lêpirsîn dan destpêkirin o ji teref Midûriyeta Ajaldarî, Xurek û Çandiyê ve ekîbek sewqî ciyê bûyerê hat kirin.

Ji teref cendirmeyan ve derbarê mijarê de lêpirsîn hat destpêkirin û ekîbên Midûryeta Ajaldarî, Xurek û Çandiyê ya navçeyê jî ji ajalan nimûne girtin û dest bi lêkolîna hat kirin. 

Li hêladin hat hîn kirin ku ji ajalên telef bûn, hinek jê avis bûn û mehek ji serê wan re mabûn bizên. (ÎLKHA) 















Bu haberler de ilginizi çekebilir