Teqwîma îmtîhana YKSyê hat daxuyandin
OSYM "Teqwîma Daxuyandina Encam û Îmtîhana Sala 2018an" daxuyand.
Ji teref Navenda Bicîkirin û Hilbijartina Xwendekaran "Teqwîma Daxuyandina Encam û Îmtîhana Sala 2018an" ve hat daxuyandin.
Li gor teqwîma îmtîhanê niştina yekemîn a YKSyê ya sala 2018an, ew ê Testa Têrdariyê ya Temel di 23ê Hezîranê de û niştina duyemîn û Niştina Zimanê Biyanî dê di 24ê Hezîranê de bê kirin.
Serîlêdanên Îmtîhana Saziyên Perwerdeya Bilind ên ku dê di 23-24ên Hezîranê bên tertîpkiirn di yekê adarê de dest pê dike û di 21ê adarê de bi dawî dibe.
Encamên îmtîhanan dê di 31ê Tîrmehê de bên daxuyandin.(ÎLKHA)