• DOLAR 32.365
  • EURO 34.974
  • ALTIN 2325.103
  • ...
Ji Doxtorên ku Sînoran Nas Nakin banga "Yemen"ê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 MSFya ku Doxtorên ku Sînoran Nas Nakin a ku saziya alîkariya însanî ya navneteweyî ye destnîşan kir hêzên koalîsyonê ya ku Siûdî ji wan re pêşîvantiye dikin ev 3 roj in ku nahêlin  balafirên wan ên alîkariyê têkevin Yemenê û ew alîkariyên tibbî û yên însananî yên ku bi lez û bez lazim bo însanan bê gihaştandin rasterast tên astengkirin.

Di daxuyaniya ku ji teref MSFê ve hat belavkirin de  di bîran hat xistin ku hêzên koalîsyonê yên ku Siûdî ji wan re pêşîvantiyê dike ragihandiye ku di 6ê Cotmehê de ew ê temamê deriyên sînorê yên li Yemenê, bender, balafirgeh demildest  bên girtin û "ew ê têketin û derketina malzemeyên ekîbên arîkariya însanî" bên nirxandin.

Justin Armstrogê Dîrektorê Bernameya Yemenê yê MSFyê ye di daxuyaniya ku hat dayîn de diyar kir  digel vê daxuyaniyê tu soz bi cî nehatine anîn û dû re wiha got: " Digel talebên destûrê, ew hêzên koalîsyonê yên ku Siûdî ji wan re pêşîvantiyê dike ev 3 roj in ku nahêlin balafirên me yên MSFê ji Cibutiyê derbasî Sanaa û Adenê bibin. Arîkarê însanî bo wê xelkê Yemenê ya ku ji ber şerên ku du sal û nîvan di anv şer de mane re pêdiviyeke mezin e.

"Jiyana bi sedan hezaran kesî di xeterê de ye"

Justin Armstrogê Dîrektorê Bernameya Yemenê yê MSFyê di berdewama daxuyaniyê de diyar kir tesîra wê dorpêçkirina Yemenê niha ve xwe li ser xelkê Yemenê nîşan dide û dû re wiha li daxuyaniya xwe zêde kir: "Jiyana bi sed hezaran însanan di xeterê de ye. Li wargeh û parezgehên mezin lîtra benzînê gelekî zêde bû. Xaza xwezayî ya ku ya ku wek sotemeniya dîzelê û pijandina xwarinê de tê bikaranîn hema hema nayê peydekirin. Tiştekî eseh heye ku ew ê îqtîsada Yemenê ya ku hilweşiyaye dê mezintir bibe. Ew ê ev yek dê li ber tedarikkirina pêdiviyên sereke yên Yemenê bigre. Ji ber vê yekê ehemiyeta van alîkariyên însanî heye."(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir