• DOLAR 32.386
  • EURO 35.096
  • ALTIN 2326.86
  • ...
"Bila ji dêla derhanîna goşt veajaldarî bê teşwîqkirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dest bi firotina  goştê erzan a ku ji teref Wezareta Ajaldarî, Çandinî û Xurekê ve ji derveyî welêt tê derhanîn hat kirin.

Goştfiroşên Entabî ji vê sepanê re bertek nîşan dan  û destnîşan kriin li wan marketên ku ji teref Saziya Şîr û Goşt çawa ku dest bi firotina goşt hat kirin  karên wan hema hema ketiye nîvî. Ji ber vê yekê goştfiroşan destnîşan kirin ku ew li dijî  derhanîna goşt in û bila ji dêla derhanîna goşt ve  ajaldarî bê teşwîqkirin.

Settat Taboyê ku ev 60 sal e karê goştfiroşiyê dike derbarê mijarê de nerazîbûna xwe anî zimên û wiha got: " Ew biçin sala 1980ên ku wê rojê lê heywanên zindî dihatin derhanîn û hinardeyê. Ji wê rojê vir ve li vî memleketî nexasim li ser heywanên zindî bi milyonan heywan hatin hinardekirin.  Li van çiyan û çêrgehan mih neman. Di ser vê de teror lê zêde bû û can û malên însanan çû êdî heywanan xwedî nekirin. Dema ku xwedîkirina heywanan çênebû ajaldarî kêm bû û piştî demekê hat ber asta xelasbûnê. Em welatekî ku hinarde kiribûn bûn, lê mixabin  em bûn welatekî ku goşt derhenan dike.

Goştfiroşên din ên Entabî jî derd û kulên xwe û her wisa bertek û nerazîbûnên xwe wisa anîn zimên:

Mustafa Tabo: Em niha mexdûrên firotina hewyanên zindî ne

Nedîm Aykiliç: Ew goştê ku tê derhanîn bidinê goştfiroşan jî

Mehmet Kalender:  Ji ber ku goştê ku tê derhanîn li hinek marketên diyarkirî tên firotin ev yek zirarê dide karê me.(ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir