• DOLAR 32.521
  • EURO 34.801
  • ALTIN 2420.701
  • ...
Rejîma Siûdî qeyrana Lubnanê zêdetir dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrê Karên Kendavê yê rejîma Siûdê Tamer el-Sabhan derbarê îstîfaya Serokwezîrê Lubnanê Saad Harîrî de daxuyanî da û diyar kir "Ji ber helwesta Hîzbullah a li hember Siûdî ew ê Lubnan wek welatekî ku li dijî welatê wan şer îlan kiriye bê hisabandin."

Roja şemiyê Serokwezîrê  Lubnanê Saad Harîrî li Siûdê bû û bi şikleke ku nedihat hêvîkirin îstîfa kir. El-Sabhan di daxuyaniya ku derbarê mijarê de da televîzyona El Arabiyê de destnîşan kir ew daxuyaniyên Rêberê Hîzbûllah Seyîd Hesen Nasrallah ên derbarê îstîfayê de  ji teref wan ve weke  ku welatekî ku li dijî welatê wan şer îlan kiriye bê hesibandin.

Hîzbûllah destnîşan dike di îstîfakirina Herîrî de tesîra Siûd heye. Nasrallah destnîşan kiribû rejîma Siûd qerara îstîfaya Harîrî daye  û zorê lê kiriye da ku îstîfa bike.

Ji rexê din ve Harîriyê ku li Riyadê ye doh ji teref Qral Selman ve hat qebûlkirin, di hevdîtinê de qala çi tiştî hatiye kirin hêj nehat gotin. Di dîmên ku ji hevdîrinê hatine weşandin de tê dîtin Harîrî gelek zêde bi tirs û fikar e.

Harîriyê ku li Riyadê îstîfaya xwe ragihand di daxuyaniya ku da de Îran û Hîzbullah kir hedefa xwe û got " Em di şert û mercên hawirdoreke berî ku sûîqest li Refîq Harîrî bê kirin de dijîn. Ez hîs dikim ku planeke veşartî ya ku min dixe hedefa xwe tê amadekirin."

Tê diyarkirin Harîriyên ku van daxuyaniyan da û îstîfaya xwe ragihand bi zorê li Siûdê tê girtin.

Adil el-Cubeyrê Wezîrê Karên Derve yê Siûd wan îddîayên ku ji teref wan ve zext hatiye kirin da ku Harîrî îstîfa bike derewand û derbarê qeyrana ku derketiye holê de Hîzbûllah sûcdar kir. El-Cubeyr di berdewama daxuyaniya xwe de diyar kir Harîrî her tim dikare di dema ku bixwazê de  ji Siûd veqete.

Hat ragihandin Harîrî dê îro ji Riyadê veqete û derbasî Abu Dabiya  paytexta Mîrektiyên Ereban bibe.

Ji ber ku Harîrî li derveyî welêt îstîfa xwe ragihand gelek kesan bertek jê re nîşan dan û ji aliyê din ve ji ber ku Herîrî venagere Lubnanê ev yek balan dikşîne li ser xwe.

Harîrî di daxuyaniya ku dabû Al Arabiyayê de îddîa kiribû ku Hîzbullah û Îran li heremê dibin sedema  bêaramiya li heremê û çarenûsa welatên li heremê di destên Îranê de ye û Hîzbullahê ku di hikûmeta Lubnanê de ye berdewama Tahranê ye.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Behram Qasimî di daxuyaniya ku derbarê mijarê belav kir de destnîşan kir "Dubarekirina van sûcdarkirinên bêsedem ên ku li hember Îranê tên kirin û îstîfaya Harîrî bo cardin li Lubnan û heremê rageşî bên zêdekirin, parçeyên senaryoyên ku hatine amadekirin in."(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir