• DOLAR 32.575
  • EURO 34.973
  • ALTIN 2427.169
  • ...
 "Sepana fîlma caman tu zemanî serbest nebûye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezareta Zanist, Pîşesazî û Teknolojiyê  derbarê filîmkirina caman de bi beyanatek nivîskî daxuyanî da û di daxuyaniyê de hat îfade kirin ku tu zamanî ev sepan nehatiye serbestkirin. 

Di daxuyaniyê de talimatnameya Rêbeja Trafîkê ya 63êyemîn "Lazim e camên wesaîtan vekirîbe û tiştekî rengê wan biguhere li ser tunebe. Guheriandina rengên caman qedexe ye." bi bîran hat xistin û hat ragihandin di trafîkê de ev talîmat tê bikaranîn û kesên li gor vê hereket neke wê li gor vê rêziknameyê bên cizakirin.

Di beyanatê de hat gotin ku êrîşên bi wesaîtan yên ku li nav sînorên Tirkiyê tên kirin tev camên wan filîmkirîne û weha hat gotin "Di warê wesaîtên camên wan filîmkîne de li gor talîmatnamaya rêbeja trafîkê ya 63êyemîn û ya ku ji teref Wezareta Karê Hundur ve hê jî di rêziknameyê de ye û wesaîtên ku vê rêziknameyê îxlal bikin wê bên cizakirin û tu zamanî filîmkirina caman nehatiye serbestkirin."   

Di rêziknameyê de tenê îstîsnayek heye

Di beyanatê de hat îfadekirin ku li gor rêziknameyê îstîsnayek heye ew jî ji bo wesaîtên ku dema ji fabrîqê bi tesdîqa 43R derkevin û camên li pey şofêr bi reng bin  ne di nav vê de ne ango îstîsna ne û dû re weha hat gotin "Li gor rêziknameya dawî ya ku ji teref wezareta me ve derbarê Montaj, Tadîl û Îmala Wesayîtan de hat weşandin  de hatibû gotin ku di vî warî de ew ê Rêziknameya Trafîkê ya Rêbejan bê tetbîqkirin. Ji ber vê yekê kesên ku bixwazin dê karibin di warê fîlmê caman de  serî li  Wezareta Karê Hundur bidin."

"Her tim filîma caman qedexe bû"

Derbarê mijarê de Wezîrê Zanyarî, Pêşesazî û Teknolojiyê Farûk Özlu got filîmkirina caman her tim qedexe bû.

Özlu destîşan kir ku wan di 29ê Cotmehê de ji bo qedexeya filîmkirina caman bê rakirin biryar girti bûn, lê belê di hevdîtinên ku bi Midûrtiya Ewlehiyê re hatin kirin de di vî warî de  hesasiyet hatiye nîşandan û got: "Ger hesasiyeta Midûrtiya Ewlehiyê di warê tarorê de tuneba, qedexeya filîmkirina caman wê di 26ê Cotmehê de bihata rakirin. Piştî meha Nîsanê me bi Midûdûriya Ewlehiyê re hevdîtin kir, ji me re gotin 'Êrîşên terorî hene' dema filîm li ser caman be, em nikarin  tesbîtan bikin." (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir