• DOLAR 32.53
  • EURO 34.892
  • ALTIN 2485.475
  • ...
"Bi Tirkiye û Îranê re têkiliyên me hene, bi her dû aliyanjî bo hevdîtinê hewil didim"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî di civîna çapemeniyê de behs û qala têkiliyê wan yên bi Tirkiye û Îranê re kir û destnîşan kir : "Em dixwazin bi Tirkiye û Îranê re hevdîtinên xwe berdewam bike Em dixwazin di çarçoveya qanûna bingehî ya Iraqê de, di warê pirsgirêkên di navbera me û Baxdayê de derketiyê ji me re bibin alîkar. Bi Tirkiye û Îranê re têkiliyên me hene, bi her dû aliyan re jî ez bo hevdîtinê hewil didin. Ez di vî warî de cehd û xeyret dikim û ez ê xebatên xwe bidomînim." 

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî doh piştî civîna wezîran, civîna çepemeniyê li darxist û di warê bûyerên  siyasî, leşkerî û aborî yên ku li Herêma Kurdistanê diqewimin de agahiyên girîng parve kir.

Serokwezîr Barzanî piştî referandûma xweseriyê qala pirsgirêkên ku di navbera wan û Tirkiye, Îranê de hene kir û got: "Tenê ne bi Tirkiyê re, em dixwazin bi temamê cîranê xwe re hevdîtinan bikin da ku em  pirsgirêkên xwe çareser bikin û em dixwazin vê bidin fehmkirin em tereftarên aşîtiyê ne. Lewra Tirkiye jî cîranekî me yê girîng e. Di demên me yên zorde di salên 80 û 90î de, dema êrîşên kîmyewî de deriyê xwe li me vekirin. Dîsa di çaxên zor û zehmetî de alîkariya gelê Kurdistanê kirin. Em van paşçav nakin. Lewra em alîkariyên Cûmhûriyeta Îslamî ya Îranê jî ji bîr nakin. Rêveberiya Herêma Kurdistanê û gelê wê dixwaze bi cîranê xwe re bi aşîtî bijî û dixwaze bibe ûnsûrên îstîqrarê. Bi taybetî berî niha têkiliyê me,  bi Tirkiyê re pir baş bûn, em dixwazin van têkiliyên baş bidin dewamkirin. Em dixwazin bi Tirkiye û Îranê re eleqeyên baş û mûzakereyên xwe bidomîne. Em dixwazin di çarçoveya qanûna bingehî ya Iraqê de, di warê pirsgirêkên di navbera me û Baxdayê de derketiyê ji me re bibin alîkar. Bi Tirkiye û Îranê re têkiliyên me hene, bi her dû aliyan re jî ez bo hevdîtinê hewil didin. Ez di vî warî de cehd û xeyret dikim û ez ê xebatên xwe bidomînim."      

Barzanî destnîşan kir ku pirsgirêkên di navbera me û Baxdayê de hene, tenê divê bi gotûbêjê bên çareserkirin û di warê Baxdayê meaşê Herêma Kurdistanê bîşîne  de jî wisa got: "Ger niyeta Baxdayê hebe em amadane û tu pirsgirêkên me tuneye. Li gor daneyên bîometrî divê meaşa Herêma Kurdistanê hatiba şandin."    

Barzanî di warê teslîmkirina dahatên petrol û dehatên din de jî axifî û got: "Ger ji sedî 17ê budçeya Herêma Kurdistanê temamî bidin, em amadene mijara petrolê teslîmî wan bikin. Li gor me heta ev tişt bighêjin encamê divê heman tişt wek xwe bimîne. Em difikirin ku ji bo çareserkirina van pirsgirêkan tevan, hewce ye bi Baxdayê re gotûbêjek bê destpêkirin."(ÎLKHA)  

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir