• DOLAR 32.548
  • EURO 34.917
  • ALTIN 2438.136
  • ...
Qazana kalorîferê ya mektebê teqiya: Miriyek û 6 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Çaycumayê di qazana lîseyekê de teqîn çêbû, di encama teqînê de kesek jiyana xwe ji dest da û 6 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di wextên şeveqê de di qazana kalorîferê ya Lîseya Teknîk û Endustrî Meslek a Çaycumayê de teqînek pêk hat. Di teqîna ku pêk hat de Selahattîn Koseyê xizmetkarê mektebê ye jiyana xwe ji dest da û 6 kesên di serwîsê de jî bi parçeyên avahiyê birîndar bûn. Hat dîtin ku ji ber tesîr û şiddeta teqînê de avahiya  daîreya qazanê bi temametî hilweşiyaye.

Piştî teqînê polês, ambûlans, îtfaiye û ekîbên AFADê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir