• DOLAR 32.51
  • EURO 35.006
  • ALTIN 2434.749
  • ...
Elî Küçük Xoce ber bi ebediyetê ve hat oxirkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Elî Küçük Xoceyê ku ji alimên navdar ên Konyayê ye piştî nimêja esrê ya ku li Mizgefta Siltan Selîm hat kirin re pêşî wasiyeta wî hat xwendin û dû re  jî nimêja cenazê hat edakirin û dû re ber bi edebiyetê ve hat oxirkirin.

Arîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Parlamenterê Konyayê Ahmet Sorgun, Serokê Bajêra Konyayê yê HUDA PARê Mehmet Zulfî Tan û gelek kesên beşdarî nimêja cenazê bûn.

Elî Küçük Xoce kî ye?

Li gundê Apaya Çumrana Qonyayê  hat dinyayê. Piştî ku tahsîla xwe ya dibistana destpêkê qedand re, li Qonyayê qeyda xwe li Mekteba Îmam Xatîbê kir. Di sala 1972an de ji îmam xatîbê mezun bû. Bi qasî 3 salan li Qursa Qur'anê ya li Navenda Qur'anê ya Çumrayê hîndekarî kir. Piştî ku ji Beşa Zanîstên Civakî ya Zanîngeha Selçukê xelas kir re li heman zanîngehê Fakulteya Zanîngehê xelas kir. Bi qasî 6 salan li Ewrûpayê wek wezîfedarê dîn xebitî û dû re li Qonyayê di bin sîwana gelek weqf, komele û saziyên dildar ên civakî de xebitî. Li cûrbecûr kovar û rojnameyan de nivîsan nivîsand. Gelekî baş bi zimanên Almanî, Fransî û Erebî dizanibû. Alî Küçük Xoca zewîcî û bavê 6 zarokan e.

Alî Küçük Xoca her tim hewil dida sunneta Hz. Muhammed û Qur'anê ji însanan re bibêje. Geşedanî û têgihiştinên derbarê Qur'anê yên di nava civakê de bûn sedem ku Alî Küçük Xoca tefsîreke bi navê Besaîru'l Qur'an û kitêba bi navê 'Em Qur'an û Wan Berhemên ku li ser Qur'anê hatine nivîsandin fam nakin" binivîsîne.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir