• DOLAR 32.335
  • EURO 35.126
  • ALTIN 2309.58
  • ...
SON DAKİKA
Dest hat danîn li ser mal û milkên prensên ku hatine binçavkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berî vê çend rojan li Erebistana Siûd di bergeha lêpirsîna bêrêtiyê de 11 prens û 4 wezîrên berê û gelek kesên payebilind hatibûn binçavkirin.

"Komîteya micadeleya bi bêrêtiyê re" ya ku roja şemiyê di bin Serokatiya  Muhammed bîn Selman de hat damezrandin piştî ku di bergeha lêpirsîna bêrêtiyê de qerara binçaviya 11 prens û 4 wezîrên berê da re vêcar qerareke nû da. Li gor qerara nû de dest hatiye danîn li ser parayên di bankayan de yên 11 prens û 4 wezîrên berê yên ku di bergeha bêrêtiyê de li Erebistana Siûd de hatine binçavkirin.

Hat ragihandin para, mal û milkên ku dest hatiye dayîn li ser wan ew ê wek milkê dewletê bê qeydkirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir