• DOLAR 32.346
  • EURO 35.128
  • ALTIN 2308.082
  • ...
Yapicioglu: Meclîs di warê ji şexsan re derxistina qanûnên taybet de pir jêhatî ye!
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

"Bila tu kes behsa edaletê neke!"

Yapicioğlû destnîşan kir ku tenê ne di vî warî de, li ser wan avahiyên ku 'Serayên Edaletê' li ser dinivîsîne jî edalet nemaye û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Li dadgeha wan sarayên ku li ser wan edalet dinivîsîne dirûma edaletê çi ye? Ji kesên diçin dedgehan ji sedî 90 kes, ji mekanîzma edaletê gilîkar in. Ew ji tunebûna edaletê şikayet dikin. Lewra wezîrê edaletê û kesên li ser serê dadgehane jî dibêjin baweriya bi edaletê di bin piyade ye. Çima wisa dibêjin? Lewra nikarin edaletê tesîs bikin. Çimkî meclîs di warê ji şexsan re derxistina qanûnên taybet de pir jêhatî ye û dema dixwaze di du rojan de qanûnan derdixe. Dema  serê kar dighêje wan û dighêje dostên wan di heman wextê de dikarin qanûnan derxin. Serokomar birêz Erdoğan li Konyayê axifî û got, 'Li vî memleketî ev serê 5 an 10 û an jî 15 salaye birayên me bi neheqî di zîndanan de dirizin'. Ma wer negot? Belê got. Li vî memleketî nêzîkî 13 hezar hakim hebûn, ji wan kesan 4 hezar û 560 hebê wan ji ber têkiliyên wan bi rêxistina FETO re hebûn ji wezîfeyê nehatin îxrac kirin? Belê hatin îxrac kirin. Lijneya Bilind a Hakim û Dozgeran (HSYK) dema van şexsan ji wezîfê qewerand ma negot 'ev şexs bi edalet tevnegeriyane', ma negotin ev kes ji bo hevalbendên xwe biparêzin û kesên dijberî xwe jî bi awakî zalimane ciza bikin li însanan zilim kirine. Ma negotin ev kes dadgeh, edliye û edalet wek sîlehekê bi kar anîne'. Belê gotin.Me berî niha gelek caran pirsî û em dîsa dipirsin; Madem ji sisya yekê hakim û sewciyan ji hêla we ve wek terorîst hatin bianvkirin û Lijneya Bilind a Hakim û Dozgeran (HSYK)  jî dibêje ev hakim û sewcî ji bo edaletê bikar nînin tenê ji bo hiqûq û mehkemê wek sîlehekê di destê xwe de girtiye û ji bo li însana zilmê bike bi kar anîne û madem tenê ji ber vê yekê der dora 2 hezar kesî di hepsan de ye û kesên van kesana ew mexdûr kiriye ev 10 an 15 salê wan bi neheqî di zîndane de ne û di gel van teva desthilatên mezin yê ser vî memleketî ev got, çima însanên bê sûç hê jî di zandana de ne? Ma kesekî veya ji min re îzeh bike heye? Ecêb bela rutba ser milê wan mezin bû an li ser milê wan çend sitêrk hebûn endamên Ergenekonê jî marûzî operasyonan man û ji wezîfeyê hatin dûrxistin, bes bela rutbê wan bilind bû di çend rojan de  Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dadgeha bilind xist hereketê û ew derxistin derve û bi trîlyonan tazmînat dan wan. Ma qey bila kesên xerîban û bê kes di zîndanan de birizin? Hûn vê dixwazin. Başe kanî edalet, di kitêba we de navê edaletê çiye? Ger li memleketekî zehîfê wî welatî dema ku xwediyê wî tunebe û perê wî jî tunebe û kesekî ne xwediyê tu maqamî be -lê belê xwediyê heq be- û nikaribe ji yên zengînên wî memleketî yên bi qewet û ji wan kesên xwediyê meqamê bilind heqê xwe bixwaze û negihêji heqê xwe, bila tu kes ji min re bahsa edaletê neke."  

"Ger em heta îro birêve çûbin, em ê ji îro pê ve baz bidin"

Yapicioglu di dawiya axavtina xwe de ji endamên partiya xwe re van pend û şîretan kir: " Êdî divê em li zêdetir deriyan bidin û divê em destê zêdetir kesan bigrin.  Em wê ezm û cehda xwe ya ku bo însan nebin qurbanên îdeolojiyan û bo însan ji bin zilmê bên xelaskirin  bidomînin. Heke em bo sadeta her du dinyaya însan û milletê xwe  bi şev û roj dixebitin û di ser vê yekê de hinek kes hêj radibin û me wek dijminê vê xelkê nîşan didin û hewil didin me wisa bidin naskirin; û ger di vî warî de  parîkek be jî pêşve diçin, wê demê divê em vê yekê ji xwe bipirsin. Ji vê tê fêmkirin ku xebatên me ne bes in û kêm in... Herî dawî em vê yekê dibêjin: ey mezlûmên ku digrîn û feryadê dikin! Rabin, şiyar bibin û xwe bidin hev; naxwe ew ê ev zilm berdewam bike. Naxwe heger em heta îro birêve diçûn, êdî dem dema bazdanê ye. Rebbê min ji we re bibe alîkar."(ÎLKHA)

































Bu haberler de ilginizi çekebilir