• DOLAR 32.535
  • EURO 34.927
  • ALTIN 2436.079
  • ...
Li Êlihê ji"Îmtîhana Kahniya Qur'anê" eleqeyek mezin hat nîşandan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Platforma Nesla Qur'anê ve li giştiyê Tirkiyê û li Êlihê doh di seet 10.00an de "Îmtîhana Kahniya Qur'anê" hat tertîpkirin û di seet 12.00an de bi dawî bû. Îmtîhana ku bi deh hezaran kes beşderî bûn di 3 qatagoriyan de pêk hat. Îmtîhan li dehan navendan hat rastkirin.   

Li Êlihê li 21 navend û 4 navçeyan îmtîhana Kahniya Qur'anê hat çêkirin û bi deh hezaran kes peşdarî îmtîhê bûn. Hê ji seeta îmtîhanêre bi seetan wext mabû malbat bi zarolên xwe re li hewşa mektebên îmtîhanê lê bihata çêkirin kom bûn.

Kesên têkevin asta bilind di serî de wê bi xelata şandina umrê û bi gelek xelatên ji hev cuda bên xelatkirin. Derberê mijarê de Sekreterê Platforma Nesla Qur'anê û kordînatorê Êlihê Salîh Guzel agahî da û got: "Îro wek li giştiyê Tirkiyê li Êlihê jî li 21 navend û 4 navçeyan îmtîha Kehniya Qur'anê hat çêkirin. Îmtîhana ku li giştiyê Tirkiyê hat rastkitin gelê Êlihê eleqeyek mezin nîşan dan. Lewra beşdarbûnek mezin hebû. Di serlêdana îmtîhanê de Êlih di serîdebû. Ev jî me kêf xweş dike. Hemd ji Xwedê re me tu pirsgirêk nekişand.

"Em bawer dikin neslên werin wê li gor Qur'anê bijîn"

Guzel detnîşan kir ku: "Ji ber ku rewşa hewayê baş bû hejmara beşdarvanan zêde bûn. Eleqeya xelkê Êlihê zêde bû. Ji ber vê yekê bi rastî Êlih cudaye. Zêdebûna beşdarvanan, xwedîderketina dê û bavan ya li zarokan kêfxweşiyek dinê dide me. Dema em li vê menzerê dinêrin careke din em yeqîn dikin di warê perwerdehiya Qur'anê de gelên me zaf baldar in. Dema em vanan dibînin em fêhm dikin ku demsalên pêşiya me wê zêdetir baş be. Lewra faliyetek tevecuh û eleqeyê bibîne her sal derbas bibe wê zêdetir bibe. Me ev li Êlihê bi eşkere muşahade kir. Xebatên me wê dewam bike û neslên li pey me tên em hêvî dikin wê li gor nesla Qur'anê jiyana xwe bijîn.  

Ji kesên beşdarî îmtîhanê bûn Munevver Yakût malavahiya xwe ji kesên îmtîhan amade kiriye anî ziman û wiha got: "Divê em vê zanibin di rojama ya îro de ciwanên me dikevin nav çala xerabiyê û her ku diçe ber bi nebaşiyê zêdetir diçin di demek wanîde kesên ev îmtîhana amade kir û ev pirtuka li me belav kir em malavahiya xwe ji bo wan tînin ziman û ji wanre teşekur dikin. Lewra wan jiyana Pêxemberê Xweda û emr û fermanên wî bi bîra me xistin. Kesên van îmtîhanan amade dikin û xelatan didin du tiştan bi me didin qezenckirin. Lewra hem li dinyayê qezenca me heye û hem jî ji bo em emrê xweda baştir fêhm bikin qezencê dighînin me. Ji ber vê yekê ez ji wan re pir muteşekirim." 

Hacer Gunduz îfade kir ku ji ber ev îmtîhana her sal çêdibe ji rayedaran re teşekur kir û da zanîn ku divê ev îmtîhan her tim bên çêkirin; lewra ciwan û zarok eleqeyeke mezin nîşan didinê.

Şexmûs Uzum ji bo kesên ku vê îmtîhanê amade kirine û jê re bûne wesîle malavahiya xwe anî ziman û got bi xêra vê îmtîhanê me Qur'ana Pîroz hebikî din nas kir. 

Necat Tekak diyar kir ku ew bi tevî zarokên xwe hatiye û ketine îmtîhanê û dû re wisa got: "Kesên ev îmtîhan tertîp kiriye mala wan ava be, Xwedê jê razî be. Em zaf memnûn bûn. Platforma Nesla Qur'anê xebarên zaf baş û qenc dikin. Bi xêra van îmtîhanan gelên me Qur'anê hê baş fêhm dikin. Em dixwazin van îmtîhanan her tim bên çêkirin."

Ji kesên beşdarî îmtîhanê bûn Şemsettîn Özturk weha got: "Îmtîhan pir xweş bû û zaf baş derbas bû. Kesên ev îmtîhan tertîp kir Xwedê jê razî be. Di vê îmtîhanê de kesên wenda bike tuneye. Lewra îmtîhan bi xwe qezencek e."

"Bernameyên bi vî rengî di warê Îslamî de pir girîng û pêwist e"

Mûstafa Gunê ku zarakê xwe anîbû îmtîhanê got: "Îro min du heb qîzê xwe anî îmtîhanê. Zarokên mi ji bo vê îmtîhanê amadehî kiribûn. Piştî zarokê min ketin îmtîhanê ez li hewşa mektebê li hêviya wan mam. Saziya ku ev îmtîhan tertîp kiririye em malavahiya xwe jê re tînin ziman. Çêkirina bernameyên bi vî rengî di warê Îslamî de pir girîng û pêwist e."

Ji zarokan Betul Orhan, Hîcret Gun, Seher Aslan, Hîcran Tekîn, Fîrdevs Gunduz, Devran Özturk, Aydin Esîntî», Mehmet Gömek, Ömer Tahîr Ak û Şehmus Ruzgar îfade kirin ku wan berî îmtîhanê kîtab girtiye û xwendine. Zarokên ji bo îmtîhanê xebitîbûn îfade kirin ku ew hêvî dikin ku diyariyan bigrin. (ÎLKHA)

































































































Bu haberler de ilginizi çekebilir