• DOLAR 32.555
  • EURO 35.029
  • ALTIN 2422.393
  • ...
Serokwezîrê Lubnanê Harîrî îstîfa kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin Serokwezîrê Lubnanê Saad Harîrî îstîfa kir. Harîrî di daxuyaniya ku da televîzyona El Arabiya de destnîşan kir ku ew ji wezîfeya xwe îstîfa kir.

Harîrî di daxuyaniya ku da de destnîşan kir şert û mercên biha yên li Lubnanê dişbihê şert û mercên wan salên ku tê de sûîqest li bavê wî hatiye kirin  û li hember jiyana wî bi xwe jî komplo tên kirin ku ew vê yekê hîs dike.

Harîrî di axavtina xwe ya îstîfakirinê de Îran û Hîzbullah rexne kir. Harîrî di berdewama axavtina xwe de polîtîqayên Îranê yên li Iraq, Sûriye û Yemenê rexne kir.

Harîrî di berdewama axavtina xwe de îddîa kir Hîzbullah li Lubnanê dixwazê bi hêza çekan bibe xwediyê hukmê û Îran bo armancên xwe yên li Lubnanê Hîzbullah dide pêş.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir