• DOLAR 32.463
  • EURO 34.788
  • ALTIN 2479.911
  • ...
Di mala xirabe û kavil de muhîmat hat bidestxistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

.

Walîtiya Dêrsîmê destnîşan kir ku di operasyona ku li herêma gundewarî  hat rastkirin de di malekê de sîleh û gelek mihîmat hatin bidestxistin.

Li gor beyanata ku ji teref Walîtiya Dêrsîmê ve hat dayin operasyon ji teref Serfermandariya Cendermeyên Dêrsîmê ve li gundewariya Dereovaya navçaya Qislê(Nazimiye) hat rastkirin.  

Di berdewama beyanatê de ev agahî hat dayin; di hundurê malê de bi marqeya RPG-7 roketavêjek, 4 heb RPG-7 muhîmatê  antî-tank, hebek  teqemeniya antî-personel, 6 hep fîşekê sewqê, 2 heb bombeyên destan, keleşkofek û 5 heb carcûrên keleşkofê, 268 fîşekê keleşê, 150 heb mihîmatê bîksîyê, 94 mihîmatê M-bîr6, 35 kîlo amonyûm nîtrat, 16 pîlê mezin, dûrbîneke desta, qamerayek, 2 têlsizê destan, 7 amûrên ku di çêkirina teqemeniyê de tên bikaranîn, hebek banda îzolê, 4 kilifê cercûran, akûyek û gelek belgeyên rêxistinî û gelek mazemeyên jiyanê hatin bidesxistin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir