• DOLAR 32.368
  • EURO 34.974
  • ALTIN 2324.906
  • ...
Bexdayê îxrackirina petrola Herêma Kurdistanê ya li Ceyhanêdewr distîne!
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (IKBY) piştî di 25ê îlonê de ji bo xweseriyê referandûm çêkir di navbera Erbîl û hikûmeta merkezî ya Baxdayê de rageşî derketibû. Hê ev rageş, dewam dikir ku pêşveçûnên nû pêk hatin.  

Midûrê Giştî yê Şîrketa Bazariya Petrola Dewleta Iraqê (SOMO) Alaa Yasîrî destnîşan kir ku Hikûmeta Merkezî ya Iraqê dizwaze îxracata petrola Herêma Kurdistanê bigre ser xwe.

Yasîrî îfade kir ku ew dixwazin îxrackirina petrola tê bendarê Ceyhanê ji destê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê derbixin û ji bo veya ji Enqerê destûr xwestine û ji bo vê yekê hevdîtin dewam dike.

Tê gotin ku xeta petrolê ya ku niha di fail e, rojê 530 hezar varîl neftê dighîne Ceyhanê û ev nefta tê nîvê wê ji qadên petrola Herêma Kurdistana derdikevê û nîvê din jî ji qadên bê statu û ji Kerkûkê derdikeve.  

Di meha Cotmehê de piştî Artêşa Iraqê Kerkûk ji destê IKBYê derxist mîqdarê îxrackirina neftê qetibû.  

Midûrê Giştî yê Şîrketa Petrola Başûr ya ku ji teref Wezareta Petrolê ya Iraqê ve tê emilandin Ferid el-Cedirî diyar kir ku di meha Îlonê de 600 hezar varîl neft dihat îxrackirin, lê ev hejmar di meha Cotmehê de daketiyê 419 hezar varîlî.

Midûrê Giştî yê SOMOyê Yasîrî diyar kir ku pişti Bexda û Erbîlê li hev kir Şîrketa Petrola Başûr wê di vê mehê de dîsa dest bi îxrackirina neftê bike û li hêla din wê ji Kerkûkê rojê 15 hezar varîl nefta xam bê keşandin rafîneya Kirmşaha Îranê. (ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir