• DOLAR 32.544
  • EURO 34.916
  • ALTIN 2427.109
  • ...
Yapicioglu: Balfour plana sûîqestê ya ku ji ummetê re hatiye amadekirin e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu  derheqê salvegera sedemîn a Deklarasyona Balfourê de diyar kir "Balfour plana sûîqestê ya ku ji ummetê re hatiye amadekirin e" û dû re diyar kir "Ev plan  bo ummet bê parçekirin, bi hev bikeve û bo cardin narebe li ser piyan hatine kirin."

"Balfour plana sûîqestê ya ku ji ummetê re hatiye amadekirin e"

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew plana sûîqastê ya ku berî vê sed salan bo ummetê hat amadekirin û deklarasyona Balfourê gav bi gav tê tebîqkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Bila tu kes zen neke û nefikire  ku pêwendiya Deklarasyona Balfourê  bi peymana Sykes-Pîcotê tuneye û bila tu kes zen neke ku dîsa ew rageşiyên ku rû dane  û ew hewadîsên ku tên serê me ji wê peymanê ne xweser in. Planên bi sed salî belkî jî çend sedsalan dikin. Balfour plana sûîqestê ya ku ji ummetê re hatiye amadekirin e. Ev plan  bo ummet bê parçekirin, bi hev bikeve û bo cardin narebe li ser piyan hatine kirin."

 "Em ê wê çeteya siyonîst qetiyen wek dewletekê qebûl nekin"

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe diyar kir Deklarasyona Balfourê eşkerekirina vê planê ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir:  " Em wek HUDA PARê wê çeteya siyonîst a ku axên Filistîniyan îşxal kiriye tu carî û qetiyan wek dewletekê qebûl nekin. Her wisa divê tu Misliman jî vê yekê ango çeteyê siyonîst divê wek dewletê qebûl neke. Ji aliyê şerî ve jî ev yek ne caiz e."

"Divê ev nexweşî  ji qelba ummeta Îslamê bê derxistin û avêtin"

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir Îngiltere ji nû ve siyonîzmê kir bela serê dinyayê û dû re wiha got: " Ji ber vê yekê nîjadperestiya herî bi xetere siyonîzm e. Dîsa rêxistina siyasî û fikira herî bi xetere dîsa sîyonîzm e. Ne mimkûn e ku ji ber nîjadperestiya wan ev ye wek fikreke siyasî bê nirxandin. Ev yek  nexweşiyek e, nexweşiyeke rûhî ye. Divê ev nexweşî  ji qelba ummeta Îslamê bê derxistin û avêtin."

Yapicioglu di dawiya axavtina xwe de qala qetlîam û zilmên ku ji teref siyonîstan ve li Filistîniyan ve tên kirin kir û wiha got: "Hêza me ya herî mezin yekîtî, digelhevî û biratiya me ye."(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir