• DOLAR 32.512
  • EURO 34.924
  • ALTIN 2422.666
  • ...
Dayikeke din a çîlekêş rehmet kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin Zulfiye Şahîna xanima Mela Sîracê ku ji alimên navdar ên Palûyê ye û li Palûyê bo perwerdekirin xortê Îslamî hewildaneke mezin nîşan dida û dayika Hasan Şahînê endamê Lijneya Îstîşareya Giştî yê HUDA PARê  ye rehmet kir.

Zulfiye Şahîn ev bû demek dirêj ku li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Xarpêtê dihat tedawîkirin îro derdora seat 10.00an de wefat kir. Şahîn piştî nimêja cinazê ya ku li Mizgefta Hacî Elî Uxur ya Navendê hat edakirin re  li goristana malbatî ya li taxa Esentepeyê hat definkirin.

Nimêja cenazê ji teref lawê merhûme ve hat edakirin. Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Saîd Şahîn, Serokê Bajêra Xarpêtê yê HUDA PARê Yusuf Yuksel, Serokê Şaredariya Xarpêtê M. Saîd Dagoglu û gelek endam û temsîlkarên partiyên siyasî û STKyan û hezkiriyên wê, beşdarî merasîma nimêja cenazê bûn.

Naskiriyên merhûme ango Xaltiya Zulfiya derbarê xesletên wê de destnîşan kirin Xaltiya Zulfiya kêfa wê pir dihat ku xortan di mala xwe de bike mêvan.

Xaltiya Zulfiya di wan salên 90î de gelek eziyet, êş û elem kişandin û li hember musîbet û belayan sebreke kamil nîşan da. Xaltiya Zulfiya bi vê helwesta xwe ya ku di salên 90î de nîşan da ji xort û Mislimanan re bû mînak û nimûne.

 Mela Sîraç û zarokên wî bi çendîn caran ji ber nasnameyên xwe yên Îslamî hatin binçavkirin û gelek îşkence li wan hat kirin û di zindanan de hatin girtin. Xaltiya Zulfiya di vê pêvajoyê de ji zilam û zarokên xwe re bû destek û digel temamê zextan ji nasnameya xwe Îslamî tawîz neda.

Zilamê Xaltiya Zulfiya piştî ku ji hepsê derket re xwîn herikî li ser mêjiya wî û rehmet kir. DI wê heyamê de felcê li Xaltiya Zulfiya da û bo wê pêvajoyeke nû ya îmtîhanê dest pê kir.  Xaltiya Zulfiya di pêvajoya nexweşiya xwe de jî tewekulî Xwedê kir û sebir kir.(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir