• DOLAR 32.331
  • EURO 35.052
  • ALTIN 2284.383
  • ...
Êrîşkarê ku êrîşî pîreka bi tesettur kir hat tahliyekirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hakan D.yê ku li Taxa Ferhatpaşaya Ataşehîra Stenbolê êrîşî pîrekek bi hîcab a ku di payerêyê de birêvediçû kir piştî ku hat girtin re hat tahliyekirin.

Bersûc Dundar û parêzerê wî beşdarî niştina ewil a ku li 57emîn Mehkemeya Cezaya Asliyê hat dîtin bûn. Ayhan Çelîka ku marûzî êrîşî bû beşdarî niştinê nebû, ji dêla wê ve Parêzer Şengul Karsliya endamê Komîsyona Hiqûqê beşdarî niştinê bû.

Di encama niştinê de mehkeme ji bersûc Dundar re ji sûca "bi qestî birîndarkirinê" 5 meh û 16 roj ceza da û wî tahliye kir.(ÎLKHA)

 

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir