• DOLAR 32.601
  • EURO 34.835
  • ALTIN 2496.828
  • ...
"Li Sûrî pêdiviya 13 milyon kesan ji alîkariyê re heye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Koordînatorê Arîkarên Acîl ê Neteweyên Yekbûyî Mark Lowcock destnîşan kir li Sûrî pêdiviya 13 milyon kesan ji alîkariyê re heye û zêdetirî 6 milyon penaberan jî bi problemên mîna erzaq, av, derman û hwd. rû bi rû mane.

Lowcockê ku bi pêwendiya vîdyo beşdarî niştina Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Urdunê bû balan kişand li ser tesîrên qeyrana Sûrî yên ku hêj berdewam dike  û destnîşan kir  nêzî 3 milyon kesan li wan herêmên ku pêwendî bi wan re nikare bê danîn dijîn.

Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî di heyama Çile-Îlona sala 2017an de  nêzî milyonek û 800 hezar kesan Sûrî terk kirine û 6 milyon û 100 hezar kesên Sûrî jî mecbûr mane ku war û wargehên ku lê dijîn biguherînin û zêdetirî 5 milyon kesan jî xwe spartine welatên derdorê.

Lowcocl başan kişand li ser 50 hezar penaberên Sûrî ên ku di kampên li sînora Urdunê dijîn destnîşan kir ji ber ku artêşa Sûrî li heremê pêş ve diçe di warê birina erzaqê bo Kampa Rakbanê kêmbûn çêbûye.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir