• DOLAR 32.555
  • EURO 35.056
  • ALTIN 2426.831
  • ...
Yapicioglu beşdarî merasîma daweta Abdullah Zengînê ku Yûsufî ye bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yapicioglu di merasîma dawetê de axavtinek kir. Yapicioglu di axavtina xwe ya ku kir de diyar kir ev zewac bo kesên ku dizewicin bibe wesîleya xêr û bereketê û dû re nirxandinên girîng kir.

Yapicioglu di axavtina xwe ya ku kir de balan kişand li ser wan  mucadele û têkoşîna wan kesên ku hejmara wan hindike û digel vê yekê heta nefesa xwe ya dawîn hewil didin civatê islah bikin û dû re destnîşan kir ev kesên ku hewil didin civakê islah bikin û li ber xebatên îfsad û xerakirinê bibin bend û asteng bi şiklekek bêwijdan tên cezakirin. Yapicioglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Hinek kes bo ku wan hewildanên xerakirin û îfsada civakê û xerakiria yekîtiyê bidin sekinandin destên xwe xistin bin kevir û  milên xwe dan ber vî barî. Hinek kesên mîna birayê min Abdullah ne destên xwe temamê bedana xwe xistin bin vî kevirî. Ji ber vê yekê cezayên giran dan wan û wan kirin mahkûm. Ew dozger û hakimên wê demê yên ku ji wan kesên ku hewil didan rê li ber xebatên îfsadê bigrin re ceza dan wek bilbilê diaxivin û qala wan zilmên wan rojan dikin. Çawa qeraran dane yek bi yek tînin zimên. Dilge vê yekê û digel ku çîroka wan kesên ku destên xwe birîne hatibe fêmkirin jî û digel ku ji paşve dirîna gomleka Hz. Yûsif  bi şiklekek eşkere derketibe holê jî hêj Yûsifî di zîndandan de tên girtin û emrê xwe di wir de diborînin.Ew ê heta roja ku Rebbê min teqdîr kiriye di wir de bimînin. Lê belê em dizanin  dema ku ew dan vê rêyê û çûn wê derê dizanibûn û texmîn kiribûn ku ew ê ev tişt bên serê wan. Zîra dizanibûn ew pêşîvanên me ji Hz. Adem û vir ve her tim eziyet û cefa kişandine. Ji ber vê yekê bi dilê xwe û bi hezkirinê dan wê rêyê. Ez ji Rebbê xwe niyaz û hêvî dikim ku me ji ecr û mikafata wan mehrûm neke. Em ê digel hejmara xwe ya hindik li ser qehra wan , heta nefesa xwe ya dawîn micadele û têkoşîna xwe ya li hember wan kesên mufsîd ên ku hewil didin civakê xera bikin û wê ji exlaq, manewiyat û ji dîn dûr bikin bidomînin."

Yapicoglu di dawiya axavtina xwe de daxwaz kir ku ev dawet ji ummetê re mibarek be û kesên ku zewicî tebrîk kir.(ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir