• DOLAR 32.603
  • EURO 34.822
  • ALTIN 2503.163
  • ...
Amerîka: Ji ber ku Barzanî dev ji wezîfê berdaye em memnûn in
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Heather Nauert derheqê îstîfakirina Serokê Birêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî de nirxandinan kir û diyar kir "Ji ber ku Serokê Birêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê Barzanî ji bo wezîfeya serokatiyê wextê pêvek teleb nekiriye em wî teqdîr dikin."

Barzanî ji Amerîka re bertek nîşan dabû

"Me bawer nedikir ku çêbibe ew bû, ku çawa ew hêza ku Amerîka wan wek terorîst dibîne, çawa li ber çavê Amerîka siwarê tankên Abrams ên Amerîkî bibin û bên êrişî ser Kurdistanê bikin û Amerîka jî tenê li me binêre. Vê yekê pisyarek li cem xelkê Kurdistanê çêkiriye, ku gelo Amerîka bi wê pilanê razî ye? Gelo Amerîka razî bi wê êrîşa ku hat ser Kurdistanê? Eger mijar ew be ku gelê Kurdistanê ceza bikin, gelo cezakirin bi wê yekê tê kirin ku tankên Amerîkî bên ser gelê Kurdistanê û jenosîdeke din bînin serê gelê Kurdistanê?"(ÎLKHA)
 

Bu haberler de ilginizi çekebilir