• DOLAR 32.376
  • EURO 34.97
  • ALTIN 2325.65
  • ...
Mexdûriyeta xerakirinê ya li Sûrê berdewam dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Taxa Alîpaşa û Lalebeya Sûra navçeya Diyarbekirê malên ku di sala 2013an de di bergeha veguherîna bajarvaniyê de hatibûn îstîmlaqkirin tên xerakirin. Lê belê digel van xerakirina xaniyên ku hatine îstîmlaqkirin ji roja ewil ve mexdûriyetên ku rû dane her ku diçe zêdetir dibin û mezin dibin. Xwediyê xaniyan derabrê mijarê  de diyar kirin ew her ku diçe zêdetir mexdûr dibin.

Şêniyên taxê yên ku diyar kirin ev 5 meh ava wan nayê  û bedela ku di şûna xaniyan wan de ji wan re tê dayîn hindik e derbarê mijarê de diyar kirin qeymeqamtî hişyariya dawî daye wan û ji wan xwestiye ku malên xwe vala bikin. Şênî bi heman awayî nerazîbûnên xwe anîn zimên û diyar kirin ew naxwazin ji malên xwe derkevin.

Hatîce Gulaya ku ji şêniyên taxê ye diyar kir ew naxwaze ji mala xwe derkeve derbarê mijarê de diyar kir mala wê ya bi 3 qetî re tev de 54 hezar lîre hatiye dayîn û ew nikarin bi vê perê xaniyeke xwe bistînin. Gulay her wiha diyar kir dema ku ew ji malên xwe derkevin ew ê mexdûr bibin.

 "Bila zilamên  me têxisin karê bi kadro, em alîkariya kirê jî naxwazin; em ê bi xwe kirêya xwe bidin"

Gulay di berdewama axavtina xwe de diyar kir qeymeqamtî cara dawîn ji wan re hişyarî daye da ku xanî bên belavkirin  û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: "Ev nêzî 5 mehan e ku ava me nayê û ceyrana me tuneye. Me bi ceyraniyê îdare kir, lê belê av hêj tuneye. Me meha Remezanê bê av derbas kir. Di ser vî halî me de ji me re dibêjin  ji bo hûn xaniyên xwe vala roja dawî ye. Ji mala min ya bi 3 qetî re tev de 54 hezar lîre didin. 11 warisên vê avahiyê hene, serê nefs 3-4 hezar lîre dikeve para me. Ez ê di vê rewşê de mala xwe û kargeha xwe bi 4 hezar û 500 lîreyan bidim wan. Ez bi 4 hezar û 500 lîreyan çi bikim?  Mirov bi vî pereyî encax deriyekê dikare bistîne. Ma ez bi vê yekê malê bistînim, kargehê vekim?  Karê zilamê min jî tuneye. Naxwe bila zilamên  me têxisin karê bi kadro, em alîkariya kirê jî naxwazin; em ê bi xwe kirêya xwe bidin."

 "Em dixwazin di mala xwe de bimînin, ji ber wê yekê em li ber xwe didin, bo Xwedê bila bela xwe ji me vekin"

Gulay di berdewama axavtina xwe de diyar kir avên wan hê jî qutkirî ne û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: "  Em ava xwe ji camiyê tedarik dikin. Aca camiyê jî tunebû. Hemû kes êdî li halê me dizane. Tu kes nayê tiştekî ji me re nabêje. Em li vir hatin dinyayê û em li vê derê mezin bûn, em naxwazin mala xwe bidin. Em herin dereke din sebra me nayê. Ji me re dibêjin  ger hûn dixwazin li vê derê bimînin em xanî bidin we. Lê belê ji wan xaniyan re jî 400 hezar lîre ji me teleb dikin. Em ê vê perê ji kû derê bînin. Ma karkerê me hey, ma pere me heye ku em wê perê bidin? Em dixwazin di mala xwe de bimînin.

Rabîa Tulaya 90 salî jî derbarê mijarê de diyar kir bedela ku mala wê heq dike nadin wê.(ÎLKHA)


 

























Bu haberler de ilginizi çekebilir