• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2498.11
  • ...
"Zarokê me li ber çavên me dihele"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Diramê malbata Damar a ku li taxa Hefera Qosera Navçeya Mêrdînê di maleke wek xirabe de dijîn dil zîz dike.   

Reîsê malê Erdal Damar (33) salek berê qezaya trafîkê derbas kiribû, ji ber vê yekê niha nikare bixebite. Lawê wî Yusûfê 6 salî, dema ku hêj ji dayik bû qelbê wî qul e û nayê tedawî kirin. Yûsûfê ku bi tedawiya wî derfeta malbatê tuneye, roj bi roj li ber çavê dê û bavê xwe dihele.  

Malbata Erdal û Halîme Damar digel bi zarokên xwe yên bi navê Yûsûf (6), Zeynep (8) û Samet (5)  di maleke hew bi odayekê  tekoşîna jiyanê didin. Malbata Damar ji ber bê îmkan û derfetiyê nikarin tedawîya Yûsûf bikin. Ji bo Yûsûf bê tedawîkirin li hêviya destekî ji bo alîkariyê dirêjî wan bên kirin in.

Erdal Damar destnîşan kir ku dema ew li eskeryê bû emeliyat bûye û pişika wî jêkiriye û salek berê jî qezaya trafîkê derbas kiriye û dû re weha got: "Lnigê min di 3ê ciyan de şikiya û ez seqet mam. Berya ez qeza derbas bikim ez bi destheqa kêmtirîn dixebitîm û min debara malbata xwe dikir; lê piştî min qeza kir êdî ez nikarim bixebitim. Xweda tu kesî mexdûr, mixtac û perîşan neke. Qelbê lawê min qul e,  nexweşiya şekir jî bi xaniman min re heye. 2 zarokên min diherin mektebê û em nikarin îhtîyacên wan bibînin. Qîza min dibêje 'Bavo çenteyê hevalan nû ye, xweşik e. Çima yê min kevin e?' Ji ber dirûma me tuneye em nikarin yê nû bikirin. Em mexdûr in û di halekî perîşan de ne."    

Damar îfade kir ku ew di xaniyê ji bavê wî maye de dimîne, lê belê ji ber xanî kevin e û qelş li her derê ketiye ava barana çi hebe dikeve hundur û ew ditirsin ku rojekê xanî bi ser wan de xira bibe. Damar da zanîn ku ji ber bê îmkaniyê ew nikarin lawê xwe bibe nexweşxaneye. 

"Zarokê me li xwe dişkîne û mezin nabe, li ber çavê me dihele"

Damar îfade dike ku lawê li xwe dişkîne û mezin nabe û her wekî din li ber çavên wan dihele. Damar dû re li axaftina xwe wisa zêde kir: "Lawê min Yûsûf 6 salî ye û ji dayikbûnê ve qelbê wî qule. Me li vir bir textor. Textoran ji bo tedawî bê kirin goêtin 'dive hûn ya bibin Stenbolê, Enqerê an jî Îzmîre'. Ji ber îmkanên me yên madî tunebû me nebir nexweşxanê. Ez ji Wezîrê me yê Tenduristiyê, Serokwezîrê me û ji Serokomarê me Recep Tayyîp Erdoğan dixwazim bila ji bo em lawê xwe tedawî bikin bila alîkariya me bikin. Zarokê me li xwe dişkîne û mezin nabe û li ber çavê me dihele. Ji ber vê yekê em dikevin stresê."    

"Xwedê tu kesî nexe vî halî"

Kevaniya malê Halîme Damar (40) jî derbarê rewşa nebaş a lawê xwe de wiha  got: "Hûn halê me dibînin, ew maye xaniyê me bi ser me de xira bibe. Nexweşiya şekir bi min re heye. Qelbê lawê min qul e, ji ber zilamê min qeza derbas kiriye nikare bixebite. Dema tu kes alîkariya me neke, em di mal de birçî dimînin. Oda rûniştinê, mitbax, hemam tev ev oda ye. Ez dixwazim zarokê min bixweynin. Ji ber zilamê min, nikare bixebite zarok her tiştî ji min dixwazin. Zivistan hat em ê sobê deynin, lê belê tiştekî em bişewitînin tuneye. Xwedê tu kesî nexe vî halî. Xwedê me û temamê însanan ji vê tengasiyê derxe."        

"Ez hêvî dikim wê li me û zarokên me xwedî were derketin"

Halîme Damar ji bo li wan û zarokên wan xwedî were derketin bangî xêrxwaz û rayedaran kir û wiha axivî:"Zarokên min li tiştên hevalên xwe dinêrin û tên malê bi ser min de digrîn û heman tiştan dixwazin. Dilê min dişewite, lê ez nikarim ji wan re bikirim. Di nav hevalên xwe de pir hustûxwar dimînin. Ez nizanim ka ez çi bikim. Ez diçim quncikên odê da zarok min nebînin û ez li halê me digrîm. Ji ber ez hew karim  teleba alîkariyê dikim. Ez ji Parlamenteran, waliyan, qeymeqam û kesên xêrxwaz dixwazim alîkariya me bikin.Ev xaliyên rizandî yên ku  hûn dibînin jî xêrxwazan daye me û em bi wan îdare dikin. Mekteb vedibe. Îd tên. Em dikevin heyrê, ka em ê ji zarokan re çi bikirin. Em di tengasiyeke mezin de ne. Înşallah dengê me yê here rayedar û xêrxwazan û li me û zarokên me wê xwedî derkevin."   

Keçika mezin a malê  Zeynep Damar 8 salî diçe dibistanê pola 3yemîn jî weha dibêje: "Dema ez mezin bibim ez diwxazim bibim textor. Cil û bergên hevalên min nûn e, yê min kevin in û çiriyayîne. Ez ji rayedar û xêrxwazan dixwazim bila li min xwedî derkevin.(ÎLKHA)  

 

























Bu haberler de ilginizi çekebilir