• DOLAR 32.525
  • EURO 34.858
  • ALTIN 2487.938
  • ...
Ji Lijneya Wezîran û Konseya Ewlehiyê ya Herema Kurdistana Iraqê hişyarî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyaniya ku ji teref Lijneya Wezîran a Herema Kurdistanê ve hatiye weşandin de hat destnîşankirin doh êvarî hatiye xwestin ji teref hinek kesan ve li gelek cihên cuda yên Herema Kurdistanê bûyer bên derxistin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ew ê bersiveke tund ji kesên ku bûyeran derdixin re bê dayîn û dû re wiha hat gotin: "Xuya ye ku îşev li çend cihan li Herêma Kurdistanê hewla fitneyê û tundûtîjiyê çê bûye ku bûye sedema nîgeranî û tirsa hevwelatiyan. Em daxwaz ji hêzên Asayiş û polîs dikin ku rewşê kontrol bikin û rê nedin ku ti kirdarekî nexwestî rû bide û rêgiriyê li her destdirêjiyekê bo ser baregehên hizbî û navendên hikûmî û siyasî bikin.Wiha xuya ye ku destekî fitneger heye ku dixwaze fitneyê û tundûtîjiyê bike ku em bi tundî şermezar dikin û em hişyariyê jî didin her kesek ku fitneyê û tundûtîjiyê bike, dê bi awaykî tund û bi awayekê yasayî were cezakirin. Herwiha em daxwaz ji hevwelatiyên xotevî dikin ku vegerin malên xwe û aramiyê biparêzin, hemû hevakrî û hemahengiyekê jî li gel hêzên ewlehiyê bikin."

Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê jî derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û ragihand: "Em daxwaz li hevwelatiyên hemû bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê dikin ku aramiyê biparêzin û rê bi xelkê têkder nedin ku bi navê we fitne û tundiyê derxin.Em hişyariyê didin, her kesek ku fitnegêriyê bike û êriş bike ser her baregeh û binkeyekê û ewên ku wan karan jî dikin, em dê rûbirûyê wan bibin û em dê rêkarên tund li hember wan cîbicî bikin.Em daxwaz ji hêzên Asayiş û navxwe jî dikin, ku bi amadebaşiyeke herî zêde her hewleke gumanawî ya fitnegêran pêç û betal bikin."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir