ÎHH heta niha ji 350 hezar Arakaniyan re alîkarî kir
Weqfa Alîkariyê ya Însanî ÎHH ji roja ku li Arakanê qeyran destpê kiriye heta îro ji 350 hezar Arakaniyan re alîkarî kir.
Jenosîd û qetlîamên ku ji teref çeteyên Bûdîst û artêşa Myanmarê ve di 24 Tebaxê hatibûn destpêkirin hêj berdewam dikin. Mislimanên Arakanî yên ku hewil didin ji ber zilm û hovîtiya çeteyên Bûdîst û artêşa Myanmarê birevin berê xwe didin kampên penaberan ên li Bangledeşê û rêya rêwîtiya ku bi êş û elem a ku tê de xetereya mirinê heye digrin.
Weqfa Alîkariyê ya Însanî ÎHHê ya ku ji Arakaniyan re alîkariyê dike û ji Mislimanên Arakanî yên ku ji ber zilm û zordariya çeteyên Bûdîst û artêşa Myanmarê reviyane û xwe spartine kampên li Bangledeşê re alîkariyan digihijîne alîkariyên xwe didomîne. ÎHH heta îro ji 350 hezar Mislimanên Arakaniyan re alîkarî kir.
Munewwer Huseyîna Koordînatora Asyaya Başûr a ÎHHyê ye derheqê alîkariyên ku ji Mislimanên Arakanî re tên kirin de nirxandinan kir diyar kir ji Arakanê ber bi Bangledeşê ve koç berdewam dike û ew ê heta ku qeyran bi dawî bibe ji Mislimanên Arakanî re alîkariyê bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Em ji bilî kampên li Cox's Bazara li Bangledeşê bi heman awayî ji penaberên ku di kampên IDP, Maundaw û Buthîdauanga ku li Sîttweya parêzgeha Arakanê re alîkariyê dikin."
Huseyîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ji 150 hezar kesî re alîkariya erzaqê dikin û 65 heb bîrên avê dane vekirin. Huseyîn dû re weha li axavtina xwe zêde kir: " Ji 5 hezar û 600 kesan re alîkariya cil û bergan hat kirin û gelek alîkariyên cûrbecûr hatin kirin."(ÎLKHA)