• DOLAR 32.494
  • EURO 34.955
  • ALTIN 2434.271
  • ...
IHO-EBRAR rûyên xwendevanên yetîm û muhtaç kenand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Saziya Alîkariya Navneteweyî ya IHO-EBRARê ya ku navenda wê li Holllandayê ye û bi xebatên alîkariyê yên ku dike tê naskirin xebatên xwe yên alîkariyê bênavber didomîne. IHO-EBRA vêcarî jî  bi navgîniya Weqfa Kerwana Ûmudê li Hezoya Êlihê li mekteba gundê Çayxanê ji xwendevanên yetîm û muhtaç  re alîkariya kirtasiyê kir û rûyê wan kenand.

Sabahattîn Ugarê ku temsîlkarê IHO-EBRAR ê Tirkiyê ye derbarê alîkariya ku hat kirin de diyar kir Saziya Alîkariya Navneteweyî ya IHO-EBRARê bi navgîniya Weqfa Kerwana Ûmudê li gundê Çayxana Hezoya Êlihê ji xwendevanên yetîm û muhtaç  re alîkariya kirtasiye, cil û berg kir û dû re wiha ku axavtina xwe zêde kir: "  Me bi xêra birayên xwe yên bi navê Ahmet Bulut û Mahmut Mersîn vê projeyê tetbîq kir. Xweda ji wan razî be. Mala mamosteyên me jî ava be, ew jî ji me re gelekî zêde alîkariyê kirin."

Ugar di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ê xebatên xwe yên alîkariyê bidomînin û dû re weha dawî li axavtina xwe anî: " Ev projeya me  projeyeke nêzî 60 hezar lîreyî bû. Me ji 60 birayên xwe yên xwendekar re alîkariya kirtasiyê, ji 30 xwendekarî re alîkariya cil û bergan kir. Em ê înşallah bi saya xêrxwazan van alîkariyan bidomînin. Jixwe xwendevanên me yên ku ew her meh bi şikleke birêkûpêk ji wan re burs didin hene. Bursên me yên perwerdehiyê jî hene. Înşallah em ê alîkariyên mîna van bidomînin."

Xwendekarên ku ji wan re alîkarî hat kirin ji rayedarên IHO-EBRARê malavabûnên xwe anîn zimên û ji wan re teşekur kirin.(ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir