• DOLAR 32.574
  • EURO 34.899
  • ALTIN 2435.147
  • ...
Serokwezîrê berê yê Elmanyayê Schröder bi wezîfeyekw dizî bi Erdoğan re hevdîtin kir!
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Tê gotin ku Serokwezîrê berê yê Elmanyayê Gerhard Schröder, di mijara berdana pisporê înformatîk (Bîlîşîm)ê yê Elmanyayê Peter Steudtner de rolek mezin girtiye û bi awakî dizî bi Serokaomar Erdoğan re hevdîtin kiriye.  

Pisporê înformatîk (Bîlîşîm)ê yê Elmanî Peter Steudtner di 5ê Tîrmehê de li Stenbolê dema li Buyukadayê di komcivînekê de bû hatibû girtin.  Peter Steudtner di mehkema ewil de hat berdan. Derket holê ku ji bo berdana Steudtner, Serokwezîrê Elmanya yê berê Gerhard Schröder navbeynkarî kiriye.   

Kovara Alman Der Spiegel, destnîşan kir ku Schröder li ser ricakirina Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Sigmar Gabriel çû Tirkiye û bi Serokomar Erdoğan re hevdîtin kir. Hat gotin ku bi xwe Serokwezîra Elmanya Angela Merkel jî bi Schröder re di warê mijarê de axifiyê û ev hevdîtin di bin agahiya Merkelê de pêk hatiye.    

Tê gotin ku ev teşebusa navbeynkariyê piştî hilbijartinên Elmanyayê di 24ê Îlonê de hatiye kirin û Schröder, Erdoğan ziyaret kiriye û daxwaza berdana welatiyên Elmanya yên bi navê Meşale Tolû û Peter Steudtner û Denîz Yucelê ku li Tirkiyê girtîne kiriye.    

Li gor xebera Spîgelê ya ku ji teref wan ve çavkaniya wan wek yên "biewlehî" tên nîşandan, Wezîrê Karê Derve yê Elmanya Sigmar Gabriel ji bo qeyrana navbera Tirkiye û Elmanya bi dawî bike ev bi mehane ku xebatan dikin, le belê ji ber li hember raya giştî sûcdarî tên kirin Serokwezîrê Elmanya yê berê Gerhard Schröder ketiye navberê. 

Tê îdîakirin ku hevdîtina Erdoğan-Schröder biserketî derbas bûye û weha hat gotin "Biryara xebatên Wezareta Karê Derve yê her dû dewletan dewam bike hatiye girtin." Spiegelê îdîa kir ku heta niha li Tirkiye tehliya herî zû ya Steudtner e. Hat îdîakirin ku ji ber nexwestinê li ber raya giştî van biryaran bidin "Ji ber hê darizandinên din jî dewam dikin nexwestine ev li ber çavê raya giştî bê kirin". 

Hat ragihandin Schroder ji Merkel xwestiye ku ew bes li ser navê wê wek 'Şexsê Taybet' bi Erdogan re hevdîtine neke; berewajiya wê wî jê xwestiye ku ew li ser navê temamê hikûmeta Almanyayê bi Erdogan re hevdîtinê bike û ew encax bi şêweyê dikare li hember Erdogan bibe xwediyê otorîteya pêwîst û Merkel jî vê daxwaza Schroderî qebûl kiriye.

Wezîrê Karê Derve yê Elmanya Sigmar Gabriel jî xebera vê wezîfa dizî jî Spiegelê re teyîd kir û got: "Ez ji bo navbeynkariya Gerhard Schröder pir muteşekîrim. Ev gava ewil e ji bo rageşiya di navbeyna her dû dewletan de rabe. Lewra hikumeta Tirkiye peymanên dan tev anî bi cî. Niha ji bo girtiyên din bên berdan divê em xebatan bidomînin." 

Derbarê mijarê de ji teref buroya Schröder ve beyanatek hat weşandin. Hat gotin berdana Steudtner memnûniyetek mezin e û hat gotin tişkekî din nayê şîrovekirin. 

Di 5ê tîrmehê de li Girava Mezin di ser civîna ku di otelekê de dihat kirin hatibû girtin û di serdegirtinê de tev de 8 kes hatibûn binçavkirin. Dozgerî derheqê van kesan de ji ber sûcên 'endambûna rêxistina terorê'' û " ji rêxistina terorê re alîkarî kirin" e 15 sal ceza hat teleb kiribû.

Heta niha ne ji teref çavkaniyên Serokomariyê ne jî ji yê Wezareta Karê Derve ve derbarê mijarê de tu beyanat nehatiye dayîn.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir