• DOLAR 32.592
  • EURO 34.785
  • ALTIN 2410.809
  • ...
Di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqî de agirbest hat îlankirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serpel Ryan Dîllonê berdevkê koalîsyona ku Amerîka jê te pêşîvantiyê dike ji Baxdayê daxuyanî da Rudaw TVyê û destnîşan kir di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqî de agirbest hat îlankirin.

Nûçegihan ji Dîllon pirsa "Tê gotin di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqê de pevçûn sekinîne, derheqê vê yekê de agahiya we heye an na?" Dîllon pirsa nûçegihanê Rudawê wisa bersivand: "Rast e, em ji vê yekê xeberdar in. Em di navginiyê di navbera Hikûmeta Herema Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de dikin da ku pevçûn demildest rawestin.Em hêvî dikin jê netîceyek derkeve. Em bo gotûbêjê hewil didin da ku cardin giraniya xwe bidin li ser micadeleya DAIŞê."

Nûçegihan pirsa "Ev agirbest li ser kîjan bingehî hat avêtin? Demkî an mayînde ye?" ji Dîllonî kir. Dîllon vê pirsê jî wisa bersivand: " Tiştê ku em dizanin bes agirbestek heye. Em dixwazin ku ev agirbest mayîn de be û rê li ber pevçûnan bigre. Dîsa ji ber vê sedemê em hewil didin ku teref cardin werin li ser masê. Di ev mijar ne bi pevçûnê, bi rêya gotûbêjê bê çareserkirin."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir