"Heta ku çareseriya siyasî tunebe li Sûriyê îstîqrar çênabe"
Wezîrê Karên DerveMevlut Çavuşogluyê ku hat Entabê diyar kir li gor sala borî li Sûrî rêjeya pevçûnan kêm bûye û dû re weha got: "Heta ku çareseriya siyasî tunebe li Sûriyê îstîqrar çênabe."
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu bo ziyaretinan hat Entabê. Çavuşoglu di beşdarî "Merasîma Vekirina Sala Akademîk a 2017-2018an" bû û di merasîmê axavtinek kir. Çavuşoglu di axavtina xwe ya ku kir der derheqê rojeva hundir û derve de derbarê beranameyên cûrbecûr de nirxandinan kir.
"Heta ku çareseriya siyasî tunebe li Sûriyê îstîqrar çênabe"
Çavuşoglu derbarê şerê Sûrî de diyar kir li gor sala borî îsal şer li Sûrî kêm bûye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Em bo mişkîleyên derdora xwe hal bikin hewil didin. Ez berî vê salekê li vê derê bana dibû ku me qala wan bombeyên ku li ser Halep û li derdora Sûriyê dibarin bikira. Lê îro em qala vegera bi ewlehî ya Sûriyan a ber bi Cerablûsê ve diaxivin, îro em qala ka gelo em çawa dikari li Îdlîbê pevçûnan bi temametî ji holê rabikin dikin. Li gor sala borî îsal şer li Sûrî kêm bûye. Niha dor a çareseriya siyasî ye. Lewra heta ku çareseriya siyasî tunebe ew ê ev gav dê çi qas mayînde bin?"(ÎLKHA)