• DOLAR 32.373
  • EURO 35.073
  • ALTIN 2325.319
  • ...
Hejmara kesên ku di teqîna li Endonezyayê de mirin derket 47an
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îro li bajaroka Tangeranga Cakarataya paytexta Endonezyayê di fabrîqayeke fîşekên hewayî de teqînek pêk hat. Di encama teqîna ku pêk hat de jiyana xwe ji dest dan derket 47an. Her wiha hat ragihadin 46 kes jî birîndar bûn.

Hat hînbûn di kargehê de tev de 103 karker dihatin xebitandin û kesên ku jiyana xwe ji dest dane tev karkerên fabrîqê ne.

Tonî Rustoniyê Şefê Polêsan ê Tangerangê ye derbarê mijarê de diyar kir fabrîqa berî ve 6 mehan ji teref şîrketa PT Panca Buana Cahaya Sukses ve hatiye vekirin.

Îco Afîntayê Midûrê Polêsên Cakartayê jî diyar kir di kargehê de tev de 103 karker dihatin xebitandin û ji van 47 kes jiyana xwe ji dest dan û 46 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir