• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Kevnoşopiya ku salan wê kevin nekiriye didomînin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Midyad, Artuklu, Kerboran û Stewrêya navçeyên Mêrdînê yên ku bi rezên xwe bi nav û deng in quraftina rezan dest pê kir. Tiriyên ku ji rezan tên berhvakirin bi sed zehmetî di mehseran de tên esirandin û ava wan a ku jê re tê gotin şîre tê derxistin. Gundî dû re vê ava tirêh  di bereşonda demeke dirêj dikelênin û jê dims, bastîq û beniyên bi behîv û gwîz çêdikin.

Ramazan Adamişê ku eslê xwe ji gundê Yalimê îqamet dike û diyar ew bi ava tirêh tiştên mîna dims, benî û bestîqan çêdikin.

 "Tiriyê mazrone ji herema me re xas e"

Admiş di axavtina xwe de diyar kir ew di destpêkê de tiriyên ku gihaştine ji razan berhev dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Tiriyê me him pir şêrîn e û him jî qaşûla wê pir zirav e. Ji ber bê yekê tehmeke pir xweş dide dimsê û beniyan. Ev tirî di 15ê Îlonê de digihijê û heta 15 mijdarê jî heye. Heta ku tirî negihijê kes dims û beniyan çênakin. Ger bê çêkirin ew malên fabrîqayê ye."

"Ji bo em beniyan çêbikin serê şeveqê di seat 04.00an de şiyar dibin"

Admiş di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew niha benî, dims û bastîqan çêdikin. Admiş dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Ji bo em beniyan çêbikin serê şeveqê di seat 04.00an de şiyar dibin û ewil ava tirî derdixin û dû re jî em wî avî li parzûyê dikin. Dû re em paqijiya wê dikin û dû beroşan de dikelênin. Em tenê êzingan davêjin bin sifriyê. Bi vî awayî tehma wê xweştir dibe. Dema ku şîreya me dikele em kefa li ser diçinin. Dû re em ard dixin nava şîrê û dibe harîre û em wan gwîzên ku bi tayan ve hatine daleqandin di nav wê harîrê dadikin. Dû re jî em bi derekê ve didaleqînin da ku ziwa bibin. Piştî ku ziwa dibin êdî amade ne. Tiştên ku em çêdikin tev xwezayî ne û malê gundan e."

 "Mahsûlên fabrîqê ji bo selametiya însan nebaş in"

Admiş di berdewama axavtina xwe de diyar kir dema ku mehsûl hatin kirî divê însan haydar bin ka ev mehsûl yên febrîqê ne yan jî yên gundan e. Admiş dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Xelkê  me ji bo beniyan divê yên di mehên îlon,  cotmeh û mijdaran de tên çêkirin tercîh bikin. Ew beniyê ku di nîvê havînê de tên firotin ne yên gundan in. Ev benî ji wan dimsên ku jê re dibêjin glîkoz tên çêkirin. Dibe ku ev benî li gor yên me erzantir bin; lê belê teqez ev mal tev ji bo selametiya însan bi zirar in."

Admiş di berdewama axavtina xwe de diyar kir bo wan çêkirina beniyan gelekî bi zehmet e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Beniyê ku ne yê febrîqê be kîloya wê 30-40 TL ye. Her wiha dims jî kîlo bi 20 tlyan e."(ÎLKHA)















































Bu haberler de ilginizi çekebilir