Ji Wezareta Edaletê derbarê Amerîka û vîzeyê de daxuyanî
Ji teref Wezareta Edaletê ve derheqê îddayên ku Amerîka ji lijneya Wezareta Edaletê ya Tirkiyê re vîze nadeye de daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniya ku ji teref Wezareta Edaletê ve hatiye weşandin de derbarê mijarê de hat diyarkirin ji wezareta wan lijneyek bo hevdîtinan planan xebatên ziyaretê kiriye û dû re wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: "Ji wezareta me lijneyek ji ber vexwandina fermî ya ku ji teref meqamên fermî yên Amerîka ve hatiye kirin ew ê di navbera 29ê Cotmehê û 4ê Mijdarê çûbana Amerîkayê. Lê belê ji ber qeyrana dawî ya ku di navbera her wu welatan rû da ziyareta ku navê wê derbas bû ji teref Wezareta me ve hat betalkirin. Ji ber vê yekê xeberên ku tê de tên gotin 'ji heyeta Wezareta Edaletê re vîze nehat dayîn.' ne rast in."(ÎLKHA)