• DOLAR 32.381
  • EURO 35.192
  • ALTIN 2324.343
  • ...
Digel ku 6 sal ji ser deprema Wanêderbas bûbin jîêş û elem hêjnûn e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Wanê di 23ê Cotmeha 2011an de di mezinahiya 7,2an de erdhejek pêk hat. Di encama zelzelê de 604 kes mirin, pir kes birîndar bûn û bi hezaran mal û avahî xisarê mezin dîtîn. Digel ku  6 sal ji ser deprama Wanê  derbas bûbin jî hê jî êşa wê nû ye. 

Xwendekara  pola sêyemîn a Fakulteya Veterineriyê ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê Ayşegul Arcagök di  deprema Wanê de jiyana xwe ji dest dabû. Bavê Ayşegul, Mehmet Arcagök (67), diyarkir ku rojên wî bi jan derbas dibe.    

Arcagök diyar kir ku jana wî hê nû ye û wisa pêde çû: " Keça min xwendekara pola sêyemîn a Fakulteya Veterineriyê ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê bû. Berya deprem çêbibe mehekê keça min ketibû mala ku di depremê de xera bûye. Ji ber demana wê malê 100 lire kêm bû ew ketibû qê malê. Dema deprem çêbû em koçemal li telefona wê geryan. Dema em li wê digeriyan bersiv neda telefona xwe, wê demê min fêm kir tiştin qewimîne û min di dilê xwe de hîs kir ku keça min di dirûmeke zorde ye. Wê çaxê diya min nesax li erdê bû, min li wê dinerî.  Me xeber ji qîza min nedistand. Min zêc û zarokên xwe şand Wanê. Keça min ji bin enqaza avahiyê de bi zindî derketiye. Dema ji bin enqazê derxistine gotiye 'Min sar e, li ser min bigrin'. Dema ji bin enqazê derdixin wê dibin nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê masaja qelb jî dikin, lê dîsa çû ber rehmeta Xwedê. Pîştî wefata wê me cenazê wê ji Wanê hanî û defin kir. Bi îzna Xwedê qîza min şehîd e."       

"Ji wîladeta keça min heta wefata wê min tu meşaqet jê nedît"

Arcagök got keça min însaneke pir bi merhamet bû û weha li gotinên xwe zêde kir: "Keça min her tim digot ez ê bixweynim. Keça min pir dilrehm bû û pir salîha bû. Hin caran ez difikirim, lê belê ez tu xetayên wê nabînim, hin caran ez dibêjim belkî ez xetayekî wê bibînim da ku jana min hebkî kêm bibe, lê belê ez tiştekî nabînim. Ji wîladeta wê heta wefata wê min tu meşaqet ji wê nedît. Belkî li Tirkiyê 5 ewladê wek wê salîha tunebe. Hemd ji Xweda ra, Xweda wê da û Xweda wê stand." 

"Keça min ciwan bû, pir xeyalên wê hebûn, lê belê tu xeyalên pêk nehatin"

Arcagök bal kişand ser jana ewleda xwe û li axaftina xwe wisa zêde kir: "Dema qîza min li Wanê bû diya min nexweş bû û li erdê bû, min diya xwe bir nexweşxaneyê, ez pir dikesirîm. Ez li ber deryê nexweşxaneyê ji kesirandinê digiryam, min dît yek hat cem min û got çima tu digrî? Min got ji bo diya xwe digrîm, ji min re got 'Negrî jana ewledan ji ya dê û bavan hê jantir e' û ez tesellî kirim. Nexwe kesê ez teselî dikirim jana ewledan kişandibû. Bi rastî jî jana ewledan ji ya dê û bavan zortir e. Lewra keça min hê ciwan bû û xeyalên wê hebû. Lê tu xeyalên wê pêk nehatin. Tu xwesteka wê nehat bi cî, wê jiyanek pir bi zor û zehmet kişand. Ev rewşa wê ji min re pir giran tê. Însan jana ewleda ji bîr nake û êşa ewledan ji ya dê û bavan zêdetir e. Îro ez qeweta xwe ji baweriya xwe digrim. Ger ez îro îsyan nakim ji baweriya min e. Ev ji bo her kesî eynî ye. Mala Xwedê ava be, di heyata xwe ya memûriyê de min bi serbilindayî 7 zarok mezin kir. Ji ber ku ez bawermendim ez pir rehetim. Ji ber ez bawermend im malbata min û zarokê min bawermen din sebrê didin min."   

"Ez dixwazim navê qîza min li derekê bê jiyandin"

Arcagök bi bîrxist ku qîzawî li mektebê jê dihat hezkirin û axaftin xwe weha domand: "Pîştî wefata qîzamin demekê min bihîst wê navê qîzamin li yûrdek mektebê bikin lê hat çêkirin nehat çêkirin ez nizanim. Ez dixwazim navê keçamin li Fakulteya Veterineriyê ya Zanîngeha Wan 100.yile bê jiyandin. Wê çaxê hevalên qîza min yên mektebê di nav hev de pere kom kiribûn. Hezar û 500 lîre kom kiribûn û li ser PTTê ji min re şandin. Dema ez çûm wî perî bigrim pir bi jan bûm. Dema min ew pera girt, min xist bêrîka xwe. Min ê bi wî perî mezela keça xwe çêkira, lê belê dizan ew pera ji bêrîka min derxistin û birin. Ez ji tû kesî alîkariyê naxwazim. Tenê ez dixwazim navê qîza min li derekê bê jiyandin."

"Dema li derve keçik, ber bi çavê min dikevin, qîza min tê ber çavên min"

Arcagök îfade kir ku dema ew di kolanan de diçe û qîzê xwendekar yên di emrê qiza xwe de dibîne dilzîz dibe û dû re hest û ramanê  xwe wanî hanî ziman: "Hin caran di kolanan de keçik li ber çavê min dikevin, ez di wan de qîza xwe dibînim ango qîza min tê ber çavên min. Ez pir li wan nanêrim, ez ji xwe re dibêjim belkî nerehet bibin, lê ew eşa dilê min nizanin. Ez naxwazim min çewt fêhm bikin. Ger ew min çewt fêhm nekin, ez ê her tim li li wan binêrim. Ger min fedî nekira, ez ê biçim zanîngehê û min ê xwendekarên qizik temaşe bikira. Ez ji bo xatira qîza xwe bi bîr bînim li keçikên zanîngehê temaşe dikim. Ji ber min jana ciwanan ditiye, ez ji ciwanan re pir dua dikim. Ez ji bo ciwanên Mislimanan pir duaxwaz im. Ez dikarim canê xwe di ber wan de bidim."    

Arcagökê  destnîşan kir ku lawê wî  mexdûrê FETO ye û ev  20 sal in ku girtîxanê de tê girtin di berdewama axavtina xwe de diyar kir piştî wefata qîza wî carek din xeyalên wî hilweşiya ne. 

"Li lawê min 30 rojî îşkence kirin û çavên wî girtî belge pê dan îmzekirin" 

Bavê dilbikul Arcagökê bi hêsrê çavan re behs û qala êşên ku wî kişandiye kir û dû re wiha pêde çû: "Dema min qîza xwe dida xwendin, lawê min Faxrî di hepsê de bû. Her wiha min qîza xwe dida xwendin, li hêladin min li lawê xwe yê di hepsê de û malbata wî dinêrî. Min lawê xwe şand camiyê da nebe Marksîst, Lenînîst, Ateîst û PKKyî. Dema lawê min diçû camiyê her tim min şîret lê dikir da bila nimêj bike û Quranê bixwîne. Ger min lawê xwe neşanda camiyê wê biba PKKyî û derketa serê çiyayan. Di wan salan de Lijneya Ewlehiya Neteweyî kom bû û got 'Îrtîca ji PKKê tehlîkelîtir e'. Min lawê xwe ji bo Îslamê bijî şand camiyê, lê ev 30 salê wî ye ku di hepsê de ye. Li ser lawê min tû çalakî jî tuneye. Lawê min mîroyekê jî neêşandiye. Di wê dewrê de FETO bi ser lawê min de hat û 30 rojî  îşkence lê kirin û bi zorê îfade pê dan îmzakirin. Wê çaxê hakimên ku lawê min darizandin, li lawê min gudarî nekirin û lawê min  çi wan re ji digot di vî guhê wan de diketiye yê din re derdiket. Hemd ji Xwedê re be niha ew hakimên ku lawê min ciza kirin di hepsê de ne. Tenê veya min hinkî rehet dike."      

"Em qurbanên salên 90î ne"

Arcagök diyar kir ku neheqî û mexdûriyetên hatiye serê wan, wî bi nameyekê ji Serokkomarre şandiyê û axaftina xwe wisa bi dawî kir: "Lawê min ji sala 1997an ve di hepsê de ye. Wê çaxê kesên nimêj bikira wek îltîca dihatin qebûlkirin. Divê Serokkomar bizanibe em qurbanên salên 90î ne. Serokkomar ji ber şîîrek xwendibû ketibû hepsê. Ji kerema xwe êdî bila derî li mexdûrên salên 90î bên vekirin û mafekî bidinê van mexdûran. Wek mehkema Balyoz û Ergenekonê divê rêya darizandina ji nû ve bo wan bê vekirin. Min nameyeke ku mexdûriyetên min  tê de hatine nivîsandin, şand ji Serokkomar re, lê wî bersiv dahî neda min." (ÎLKHA)   













Bu haberler de ilginizi çekebilir