• DOLAR 32.571
  • EURO 34.899
  • ALTIN 2435.985
  • ...
 "Li ser erdnigariya me tê xwestin agirên fitnê yên nû bên pêxistin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Akçakaleya Rihayê  2yemîn Kongreya Awarte ya Teşkîlata Navçeya Akçakalê ya HUDA PARê hat lidarxistin. Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuzê beşdarî bername bû, di bernamê de axavtinek kir. Yavuz di axavtina xwe  ya ku kir de derbarê agirên fitnê yên ku ji teref Amerîka, Îngilîz û Siyonîsatan ve li erdigariya Îslamê tên pêxistin de nirxandinan kir û diyar kir: "Amerîka, Îngilîz û Siyonîsat hewil didin li erdnigariya Rojhilata Navîn agirên fitnê yên nû pê bixin. Divê hikûmet di vî warî de haydar be."

"Ew ê digel siyaseta HUDA PARê însan qezenc bike"

Yavuzê ku di berdewama axavtina xwe de qala derdora hizûrê kir û diyar kir siyaseta ku asta ku heye nikare texmîn bike, ma dikare bo demeke dirêj aramî û hizûra xelkê temîn bike? Yavuz her weha diyar kir ji ser laîktiyê dijmintiya Îslamê kirin, laîktî û qewmiyetperestî ne malê van axan e. Yavuz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Kerkuk ne tenê ya Trikan e. Dibêje Kerkuk Tirk e. Başe ew ê halê wan Kurd û Erebên ku li Kerkukê dijîn çawa bibe? Dibêje 'Ger tiştek ji wan Tirkmenên ku hevnijadên me ne bibe em ê êrîş bikin.'  Başe gelo tu Ereb û Kurdên li ser van axan ji xwe dixeydîne? Hûn dizanin Kerkuk a kî ye? Em bêjin; Kerkuk a Kerkukiyan e. A temamê wan însanên li wê derê ne. Ji ber wê yekê em dibêjin ew ê digel siyaseta HUDA PARê însanetî qezenc bike. Ne Tirk, Ereb û Kurd, ew ê însan qezenc bike. Akçakale ya kî ye? EM bêjin a Ereban e, gelo em neheqiyê nakin?  Akçakale ya Akçakaleyiyan e. Ji ber wê yekê  ew ê Akçakalr ya hemiyan be, ew ê Kerkuk û Raqqa jî ya me hemiyan be."

"Em ê van sînorên ku bi destên me nehatine xêzkirin şefaf bikin û jê bibin"

Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir dibê sînor bên rakirin û di dawî siyasî, ticarî û çandî de yekîtî bê damezrandin. Yavuz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Em ê sînoran rabikin. Ev sînor ne ji teref me ve, ji teref Îngîlîz û Fransizan ve hatine danîn. Emperyalîzma Amerîka û Îngîlîz û siyonîst dixwazin li ser erdigariya me agirên fitnê yên nû pê bixin. Em jî hewil didin van sînoran ji nabeyna xwe rabikin. Çi hewceyî ji van sînoran heye? Dema ku em ji yekî Ereb ê ku wî rexê sînorê ye re dibêjin tu çawayî û dema ew jî ji me re dibêje 'Xweda ji te razî be'  ha ev e biratyiya me. Rakin van sînoran Bila yekîtiya me ya çandî, siyasî û ticarî hebe. Lewra em bira ne. A ku şerefê dide Tirk, Kurd û Ereban  Îslam e.  Bêyî Îslamê tu qedr û qiymeta Erepbûn, Kurdbûn û Tirkbûnê li ba Xweda tuneye."(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir