Li Mêrdînê pevçûn: 2 esker birîndar bûn
Hat ragihandin li Mahsertêya Mêrdînê di pevçûna ku derket de 2 esker birîndar bûn.
Li çoltera Mehsertêya navçeya Mêrdînê di navbera esker û PKKyiyan de pevçûn derket, di encama pevçûna ku derket de 2 esker birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li nêzî Gundê Kudêya Mehsertê di navbera leşker û PKKyiyan de pevçûn derket. Di encama pevçûnê de 2 leşker birîndar bûn.
Leşkerên birîndar bi helîkopterê hatin rakirin nexweşxanê.
Hat diyarkirin li heremê pevçûn berdewam dike.(ÎLKHA)