Barzanî û Macron li sertelefonê axivîn
Serokê Herema Kurdistana IraqêMesûd Barzanî û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li ser telefonê bi hev re axivîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Ofîsa Serokatiya Birêveberiya Heremî ya Kurdistanê hatiye weşandin Serokê Herema Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li ser telefonê bi hev re axivîn.
Di hevdîtina ku hat kirin de Barzanî derheqê geşedanên ku di navbera Herema Kurdistanê û Iraqê hene de agahî daye Serokkomarê Fransayê.
Hat diyarkirin di hevdîtina ku hat kirin de Serokkomarê Fransayê Macron jî ji ber geşedanî û rageşiyên di navbera Hewlêr û Baxdayê de fikarên xwe vegot û dû re wiha destnîşan kir: "Divê her du teref sebir bikin û divê pevçûn dernekeve. Bo çareseriyê çareseriya herî baş gotûbêj û muzakere ye."
Di daxuyaniya ku hat weşandin de hat destnîşankirin di warê çareserkirina mişkîleyên di navbera Hewlêr û Baxdayê de tê hêvîkirin ku Serokkomarê Fransayê hewildanên xwe bidomîne.(ÎLKHA)