• DOLAR 32.333
  • EURO 35.089
  • ALTIN 2299.121
  • ...
Şehîdên Kanîreşê hatin bibîranîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Fethî Yalçin û Cengîz Tiryakiyê endamên HUDA PARê yên ku di êrîşên 20-22ê Cotmehê ya ku berdewama êrîşên 6-7ê Cotmeha 2014an bûn de ji teref PKK/HDPyiyan ve hatibûn qetilkirin bi bernameya ku ji teref HUDA PARa ku endamên wê bûn ve hatin bîranîn.

Beriya bernameya bîranînê ya ku ji teref Teşkîlata Navçeya Kanîreşa HUDA PARê ve hat tertîpkirin, endamên HUDA PARê û hezkiriyên şehîdan çûn goristanên li Taxa Kalê û gundê Serpmekayayê û qebrên Tiryakî û Yalçin ziyaret kirin û ji wan re dua kirin.

Piştî ziyaretê endamên HUDA PARê û hezkiriyên şehîdan derbasî salona konferansê bûn. Endamê Lijneya Îdareya Giştî û Alîkarê Serokê Gişti yê HUDA PARê Vedat Tûrgût, Serokê Bajarê Çewligê yê HUDA PARê Hamdûllah Tasali, malbatên şehîdan û gelek welatî beşdarî bernameya bibîranînê bûn.

Di bernameyê de Endamê Lijneya Îdareya Giştî yê HUDA PARê Vedat Tûrgût axifî û diyar kir ku karwanê şehîdan ji Hz Habîl heta roja me dewam dike.

Tûrgût bal kişand li ser êrîşên 6-7ê Cotmeha 2014an yên ku ji teref PKK/HDPêyiyan ve hatine kirin û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Dîsa di rojeke wek Kerbela de... Vêcarê Kerbela kolanên Amedê ye. Kesên di şûna Hz Huseyîn de Yasîn û hevalên wî hene. Her tim li ser rûyê erdê rêxistinên xedartirîn, wahşîtirîn û bêesiltirîn dikeve para me Mislimanan. Eyn wek ên berya xwe Mislimanekî bi reh li ku hebe ma nehat qetilkirin? Li ku medreseyek û komeleyeke Îslamî hebe ma nehat şewitandin? Ma birayê me Îrfan Adsiz li Gevera Navçeya Hekarî li ber mala xwe bes ji ber ku bi reh bû nehat qetilkirin? Ma li Hekarî û Geverê bi hezaran Misliman tunebû? Ma li Qosera Navçeya Mêrdîn du birayên me yên ku ji Sûrî û Erebîstanê hatibûn û xwe spartibûn me û bûbûn mêvanê me, bes  tenê ji bir ku bi reh bûn li ber çavê bi hezaran însanan nehatin qetilkirin? Li Kanîreşa Navçeya Çewligê di nav bi hezaran Mislimanan de birayên min Fethî û Cengiz nehatin şehîdkirin?"        

Tûrgût di berdewa axaftina xwe de diyar kir Kurdistan bû Kerbela û dû re weha got: "Kurdistan bû Kerbela. Diyarbekir bû Kerbela. Kuçe û kolanen Amedê wê rojê bûn aşûre. Belkî di Cejna Qurbanê de Yasîn û hevalên wî cejna malbata xwe û eqrebayên xwe nekirin û çûn goştê qurbanê bibin ji mihacirên ku ji Sûrî û Kobanê hatibûn û berî her tîştî xwestin cejna wan pîroz bikin. Lê belê  hinek kes ji Amerîkayê ferman standibûn û kesê ku di partiyekê de di asta herî jor de ye  bang li însanan kir û wan vexwan sikak û kolanan û ji wan re digot 'Li Kobanê jiyan çawa be ew ê li Diyarbekir û herêmê jî ew ê wisa bibe."

Turgut di berdewama axavtina xwe de diyar kir  qetilkirina Yasîn Boru û hevalên wî û ew zilmên ku li herêmê tên kirin bi wesîleya HUDA PARê  ji raya giştî ya dinyayê re hatiye ragihandin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: "Lewra di wan salên 90î de partî û çapemeniyeke me ya  ku bibe dengê HUDA PAR û Mislimanan tunebû.Di wan salan da Mislimanan şehîd kirin û di çapemeniya xwe de  Mislimanan wek pîrebok û kesên wehşî yên ku zilaman dikujin nîşan didan. Ew xwîna masûm a Şehîd Yasîn û hevalên wî  însanan hişyar kir û wan bi xwe ve anî. Bi vî awayî xeletiyên ku  ew kirine îtîraf kirin û gotin 'bo em we nebînin me xwe li nedîtinê danî."

Bername bi xwendina dua yê bidawî bû.(ÎLKHA)

 



















Bu haberler de ilginizi çekebilir