• DOLAR 32.428
  • EURO 35.031
  • ALTIN 2325.97
  • ...
 "Zihniyeta ku azanê qedexe kir û zihniyeta ku li dijî mehrbirîna miftiyan e wek hev in"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mela Enwer Kiliçarslanê Serokê Giştî yê Îttîhadul Ulemayê derheqê rayeya mehrbirînê ya ku ji miftiyan re hat dayîn de nirxandinan kir destnîşan kir ev yek tiştekî dereng mayîye şê belê dilxweşker e. Kilinçarslan her weha diyar kir  zihniyeta ku azanê qedexe kir û zihniyeta ku li dijî mehrbirîna miftiyan e wek hev in.

 "Divê karê mehrbirînê ji teref mela û miftiyan ve bê kirin"

Kiliçaraslan di  axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir ji ber ku zewac meseleyeke Îslamî ye hinek şert û mercên wê hene, ger ew şert û merc bi cî neyênin anîn Xweda mihafeze bike ew kesên ku zewicîne dê zinayê bikin. Mela Enwer dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "  Wek mîna hinek şert û mercên nimêjê hene, kesê ku dixwzaze nimêj bike û van şert û mercan hîn bibe diçe ba mela na jî miftiyan. Nîqah jî wek vî tiştî ye. Pêxemberê me dibêjê li gor Îslamê divê nîqah bi weliyekî û du şahidan bê kirin. Li gor şerîatê ev welî Misliman be, ger şahid ne Misliman bin ev nîqah nayê qebûlkirin. Li vê derê serokê şaredariyê di dikeve şûna weliyê, ger serokê şaredariyê ne Misliman be  û ger yekî Kemalîst, sosyalîst, komînîst be ew nîqah batil e. Xweda mihafeze bike nîqaha wan kesên ku ji teref van kesan ve tê kirin nabe nîqah û digelheviya wan haram û zîna ye. Ji ber wê yekê divê karên nîqahê ji teref mela û miftiyan ve bê kirin."

 "Ew kesên ku li ber vê rayeya mehrbirîna ji teref miftiyan ve re radibin di her platformê de li ber Îslamê re radibin"

Kiliçaraslan di berdewama axavtina xwe de qala hinek derdorên ku li ber mehrbirîna ji teref midtiyan re radibin de nirxandinan kir û wiha got: "Ew kesên ku li ber vê rayeya mehrbirîna ji teref miftiyan ve re radibin di her platformê de li ber Îslamê re radibin. Ew kes li dijî tamamê ahkamên Îslamê ne. Ji ber vê yekê ku însan heyamekê mecbûr man ku Qur'anê veşêrin. Hetta çarşef û şaşik hat qedexekirin. Bi erebî xwendina azanê hat qedexekirin. Zihniyeta ku azanê qedexe kir û zihniyeta ku li dijî mehrbirîna miftiyan e wek hev in. Divê meseleyên Îslamî ji teref kesên ku ehlê wî karî ne ve bên kirin. Kesên ehlê Îslamê ne miftî, mela û alim in."(ÎLKHA)

 





Bu haberler de ilginizi çekebilir