• DOLAR 32.373
  • EURO 35.029
  • ALTIN 2322.24
  • ...
Barzanî bang li raya giştî ya navneteweyî kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Herema Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî  derheqê bûyerên ku piştî referandûmê rû dane de bang li raya giştî ya navneteweyî kir û diyar kir: "Li vir da muxatebên wîjdana gelên cîhanê û raya giştî û azadîxwaz û rewşenbîrên seranserê cîhanê dikim ku piştevanê gelê Kurdistanê bin û rê li jenosayd û karesatekî nû bigrin."

Temamê metna daxuyaniya ku di  malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê de hatiye weşandin wisa ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Cemawerê serbilindê Kurdistanê

Kurdistaniyên derveyê welat

Raya giştî ya cîhanê

Piştî wê yekê ku gelê Kurdistanê bi awayeke aştiyane te'bîra raya xwe kir li diyar kirina çarenivîsê, ku mafekî asayî û xwezayî û siruştiya her gel û neteweyeke, niha gelê me ketiye ber êrîş û abluqe û sizadana bi komel. Hikumeta Iraqê jî bi navê ferzkirina yasa wiha mijulî sizadana mîlleteke ku tenê raya xwe derbiriye û hîç tawanekî nekiriye. Ew sizadana ku li dijî gelê me heye binpêkirina hemû sinoran û yasa û destura Iraqe û heman demî de dixwazin îradeya xwe bi zora çek û şer li ser gelê me da bisepênin û rûmeta gelê me bişkînin. Eve jî bûye sedema têkdana jiyana xelk û koçberbûna zêdetirê sed û pencih hezar kesan.

Li vir da muxatebên wîjdana gelên cîhanê û raya giştî û azadîxwaz û rewşenbîrên seranserê cîhanê dikim ku piştevanê gelê Kurdistanê bin û rê li jenosayd û karesatekî nû bigrin ku li ser gelê me da tê û guşarê bixin ser hikûmetên xwe û navendên biryar bo ku bêne deng li ser vê zulm û sîtema ku li gelê Kurdistanê têkirin. Ji ber ku ew hikûmet ji ber berjewendiyên xwe, qurbaniya xelkê Kurdistanê û Pêşmergeyan ji bîr kirine ku li şerê terorîstên Da'îş bexşîne û li şûna hemû cîhanê ber singê rêxistina terorîstî ya Da'îş girtibû û me bi hezaran şehîd û birîndar bi wê navê de da. Ji bo wê yekê daxwaz dikim rê li vê şer firoştin û kuştar û binpêkirin û koçber kirina xelkê bigrin ku hikûmeta Iraqê li rêya mîlîşiya û hêzên xwe ve bi hevkarî û rênimayiyên derekî li dijî Kurdistanê encam dide.

Her li vir da daxwaz ji hemû Kurdistaniyên nîştecihên Ewrupa û Amerîka dikim ku bi awayeke yasayî û aştiyane ji bo palpiştî kirina gelê me, xwepêşandan û çalakiyên medenî encam bidin û daxwaza hevkariyê gelên wan welatan bikin ku têda nîştecihin ku ev şer û abluqeya li dijî gelê me bi zûtirîn demî de rabigrin. Daxwaz dikim dengê mezlumiyeta Kurdistanê û peyama aştîxwazaneya gelê me bi cîhanê rabigihînin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir