• DOLAR 32.602
  • EURO 34.813
  • ALTIN 2503.559
  • ...
 "Xizmetên ku tên kirin divê welatiyan mexdûr nekin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Huseyîn Yilmazê Serokê Giştî yê HUDA PARê digel heyeta pê re  li Sûra Diyarbekirê esnafan ziyaret kir û derd û kulên wan guhdar kir. Huseyîn Yilmaz piştî ziyareta ku kir re xebatên rê yên ku li Kolana Melîk Ahmed tên kirin îşaret kir û diyar kir xizmetên ku tên kirin divê welatiyan mexdûr nekin.

Divê esnaf derheqê xebata ku dê bê kirin  de bê agahdarkirin

Yilmaz di daxuyaniya ku da de derbarê mijarê de destnîşan kir ew digel serokê navçeya Sûrê bo derd û kulên esnafên Kolana Melîk Ahmedê guhdar bikin  û bo xebatên ku tên kirin di cî de bibînin hatine ziyaretan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ev meheke ku xebat li vê derê tê kirin û esnafên me di vî warî de gilîdar in. Esnaf mexdûr e,  berî her tiştî ji vî tiştî gazinan dikin; berî ku ev xebat bê kirin ji wan re xeber nehatiye dayîn û ew nehatine agahdarkirin. Her wiha ji wan re xeber nehatiye dayîn ka ew ê ev xebat çi qas berdewam bike. Di warê binêsaziyê de mişkîleyek heye. Telekom , DiyarGaz  boriyan danîne û esnaf dibêje ku ew ev meheke ku li benda TEDAŞê ne. Ger TEDAŞ were  boru û qabloyên ceyranê  bixe binê erdê qet nebe ew ê payerê bên kirin, esnaf dibêje ew bes bi vî şiklî hatine agahdarkirin."

Bila ji wan esnafên ku li ser kolanê ne re arîkariya kirê bê kirin

Yilmaz di berdewama axavtina xwe de diyar kir ger îhmalek hebe bila rayedar  li ser vê yekê bisekinin û dawî li mexdûriyeta welatiyan bînin. Yilmaz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Li vê derê têketin û derketina wesayîtan tuneye û ji ber ku payerê jî tuneye esnaf nikare ticaretê bike. Esnaf ketiye rewşeke wisa ku êdî nema dikare heqê kirê bide. Esnaf gazin û gilî û daxwazên xwe ji  me re gotin û em jî ji vê derê li ser navên wan telebên wan tînin zimên. Divê heta demekê heqê kirêya wan bê dayîn û ev teleba wan heq e. Biya me heta ku ev xebat berdewam bike bila rayedar kirêyên esnafan bidin."

Yilmaz di dawiya axavtina xwe de balan kişand li ser xebatên rê û diyar kir pêwîst e rayedar demildest dawî li vê xebata rê bînin û biqedinîn.(ÎLKHA)





































Bu haberler de ilginizi çekebilir