• DOLAR 32.368
  • EURO 35.061
  • ALTIN 2325.136
  • ...
Miftiyê Rihayê: Em ê berpirsiyartiya ku ji me tê telepkirin bi cî bînin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Miftiyê Bajêra Rihayê  Îhsan Açik derheqê pêşnûmaya qanûnê ya ku pê rayeya birîna mehrê ji miftiyan re tê dayîn û di TBMMê hat qebûlkirin de nirxandinan kir derbarê mijarê de diyar kir  ew ê wek her memûrekî dewletê temamê wezîfe û berpirsiyariyên xwe bi cî bînin û dû re wiha got: " Di vê mijarê de ew ê Serokatiya Karên Diyanetê rêziknameyê amade bike ka ew ê li kû derê, çi wextî û çawa mehr bê birîn. Piştî wê jî ew ê miftî jî wek serokên şaredariyan mehrê bibirin."

 "Miftî jî dê karibin wek serokên şaredariyan mehrê bibirin"

Açik di berdewama axavtina xwe de diyar kir  meclîs ji teref miftiyan ve birîna mehrê qebûl kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Digel gelek wezîfeyan ev wezîfe jî ji miftiyên me yên li bajêr û navçeyan re hat dayîn. Em wek memûrê dewletê em ê tiştê ku ji me tê xwestin bi cî bînin. Serokatiya Karên Diyanetê rêziknameyê dê amade bike ka ew ê li kû derê, çi wextî û çawa mehr bê birîn. Piştî wê jî ew ê miftî jî wek serokên şaredariyan mehrê bibirin. Ez hêvî dikim ku ev yek bo temamê welatiyên me bibe wesîleya xêr û bereketê."(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir