• DOLAR 32.516
  • EURO 34.571
  • ALTIN 2492.732
  • ...
Qedexeya firotina araqê tê îxlalkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Cemîyeta Yeşîlayê yê Şaxa Entabê Fatih Tamer destnîşan kir ku: " Ev 4 sal e qanûna ku firotina alqolê sînordike derketiyê û digel ku ev qanûn hê jî di meriyetê de ye kês guhnadin vê qanûnê û ji ber venêrîn baş nayên kirin hinek fîrma vê qanûnê bin pê dikin."    

Li piraniya dewletên Ewrûpa û li Tirkiye jî saet 22.00an heta saet 06.00ê sibehê firotina araqê qedexe ye, lê belê ji ber venêrîn baş nayên kirin hinek  kargeh vê qanûnê îxlal dikin.

Tamer ragihand ku demên ewil li hember qanûna qedexeya alqolê hestyariyê gel zêde bû, lê piştî demek di ser vê qanû re derbas bû hesasiyetê millet kêm bû û ev yasax hat îxlalkirin û wisa li axaftina xwe zêde kir : " Di demên ewil de wexta ev sepan derket hesasiyetek çêbûbû. Li hember vê hestyariyê em dikarin bibêjin bi gelemperî hinek kêmanî jî çêbû. Lê belê li Tirkiyê wek kû di gelek qedexeyan de tê kirin ji ber ku venêrîn baş nayên kirin û welatiyên me ji hesasiyetên wan kêm dibin di cî de sistbûn çêdibe. Van tiştan ji bo cixarê jî derbasdare. Mixabin ev îxlal ji bo vexwarina cixarê di ciyê girtîde jî tên kirin. Digel venerînê, tê gotin ku di mekanên girtî de vexwarina cixarê zêde bûye. Heman tişt ji bo vexwarin û firotina araqê jî derbasdare. Bi taybet hinek noqteyên ku araqê difroşin û hin bufe û firoşgeh vê qedexeyê eşkere îxlal dikin."      

Tamer, di dawiya axaftina xwe de xwest hemwelatiyên me di vî warî de hê zêde baldar bin û lazime  kontrol û venerîn hê zêde bên kirin û cizayên tê dayîn jî bên zêdetir bibin. (ÎLKHA)  



Bu haberler de ilginizi çekebilir