• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
"Êrîş dereînsanî ne"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve derheqê êrîşên bombeyî yên ku li Somalî û Komareya Afrîkaya Navîn hatine kirin de daxuyaniyeke nivîskî hat belavkirin, di daxuyaniya ku  hat belavkirin de êrîşên ku hatine kirin hatin telînkirin.

"Em lenetê li wan kesên ku siwîlan hedef digrin, êrîşên dereînsanî dikin û ji wan kesên di pey wan de re ne tînin"

Di daxuyaniya ku hat belavkirin de hat diyarkirin ew êrîşên ku di 14ê Cotmehê de li Mogadîşuya paytexta Somaliyê û li bajêra Bangassouya Komareya Afrîkaya Navîn hatin kirin ne însanî ne û wiha hat gotin: "  Di wê êrîşa ku li Mogadîşuyê li cihê ku siwîl lê dijîn hat kirin de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane 300î derbas kir. Dîsa di heman rojê de li Bangassouya Komareya Afrîkaya Navîn çeteyên Hiristiyan êrîş birin li ser camiyekê û 20 birayên me yên Misliman hatin qetilkirin. Ew çeteyên Hisirtiyan ên ku ji teref hêzên emperyalîstan ve tên destekkirin û û tên harkirin  û tên berdan li ser Mislimanan di Komareya Afrîkaya Navîn   di van 4 salên dawî de  qetlîamên mîna vê kirin. Em lenetê li wan kesên ku siwîlan hedef digrin û êrîşên derê însanî dikin û ji wan kesên di pey wan de re ne tînin."

"Diviyabû Misliman li hember hev bi merhemet û li dijî kufrê jî bi şiddet bin, lê belê Misliman berê hêrs û çekên xwe didin hev ku ev yek jî mezintirîn musîbetan e."

Di berdewwama daxuyaniyê de hat diyarkirin Misliman bi wan şerên navxweyî yên ku bi salan berdewam dikin  tên perîşankirin û nexasim Misliman  li Komareya Afrîkaya Navîn bi xetereya jenosîdê re  rûbirû mane û dû re wiha hat gotin: " Em cardin taziyeyên xwe ji birayên xwe yên Misliman re tînin zimên û bo wan kesên ku rehmet kirine rehmet û bo kesên birîndar jî şifayê daxwaz dikin. Birêveberên welatên Misliman û saziyên navneteweyî yên mîna ÎTTê  li hember van  tiştên ku diqewimin  bêdeng dimînin ûdi warê parastina mafên birayên me yên Misliman de  tenê peyamên vala û bêkêr didin ku ev yek bi qasî  bûyerên ku diqewim dilê me diêşînin û me mehzûn dikin. Diviyabû Misliman li hember hev bi merhemet û li dijî kufrê jî bi şiddet bin, lê belê Misliman berê hêrs û çekên xwe didin hev ku ev yek jî mezintirîn musîbetan e.  Ev halê welatên Misliman ên ku dema di navbera wan de meseleyeke biçûk derdikeve li hember hev radibin û dikevin pêşbirka kirîna çekan  cesaretê dide wan dijminên Îslamê  û dibe sedem ku bi şikleke bêperwa  êrîşî birayên me yên Misliman bikin û wan qetil bikin. Em cardin di bîran dixin ku ferd bi ferd temamê ummeta Îslamê birayên hev in û pêwîst e em di nav xwe de hiqûqa biratiyê tetbîq bikin."

"Êş û elemên birayên xwe parve bikin, ji wan re bibin alîkar û birînên wan bipêçin"

Di dawiya daxuyaniyê de bang li welatên endamên Teşîklata Hevkariya Îslamê hat kirin û wiha hat gotin: " Em bang li welatên Îslamê yên ku endamên Teşkîlata Hevkariya Îslamê ne û bang li sazî û sazûmanên Îslamê  û li xelkên Misliman dikin da ku êş û elemên birayên xwe parve bikin, ji wan re bibin alîkar û birînên wan bipêçin."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir