• DOLAR 32.613
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2523.074
  • ...
Ji bo 4 kesên ku ji Selahaddîn Demîtaş re gotibûn 'qatil' cizayê hepsê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di 6-8ê Cotmeha 2014an de bi bangewaziya Navenda Giştî ya HDPê û Hevserokê wê Selahaddîn Demîtaş PKK/HDPyî daketin kuçe û kolanan û êrîşî kesen ku goştê qurbanan li feqîran belavdikirin kiribûn û Yasîn Böru û hevalên wî qetil kiribûn.   

Ji ber bandora Demîrtaş ya di êrîşan de, Nivîskar-Rojnamevan Adem Özköse di 10ê Cotmeha 2014an de li ser malpera xwe ya medyaya civakî tepkî û berk nîşanî Demîrtaş dabû û gotibû: "Divê dewlet hesabê 32 welatiyên me ji qatil û pravakator Selhaddîn Demîrtaş bipirse." Her wiha gelek kesan wek Özköse  tepkî û bertekên xwe anîbûn ziman.

Di doza ku li 30emîn Mehkemeya Cezayê ya Aslî ya Enqerê dihat dîtin û Demîrtaş tê de wek "muştekî" cî digirt de dozgeriyê  gotina 'qatil' a ku ji teref  endamê HUDA PARê yê Sazûmana Şêwrê yê Bilind Suleyman Atmaca, Rojnamevan Adem Özköse, nûçehîhanê AAyê Îbrahîm Toprak û Nevvab Temel ve hatibû gotin wek  sûç qebûl kir. 

Di serî de 3 meh ciza dan wan dû re ev ciza daxistin 2 meh û 15 rojan û paşê, hikum hat eşkerekirin û ciza 5 salan hat texîrkirin. Ger qaşo bersûc di nava 5 salan de sûcekî din bikin ji bo kû ji Demîrtaş re gotibûn "qatîl" wê 2 meh û 15 rojan têkevin hepsê.    

Dema ku rûniştina dadgehê dewam dikir Özköse li dadgehê parastin kir û got, "Di 6/8ê Cotmehê de Selahaddîn Demîtaş bangî gel kir û gel daket kuçe û kolanan û bû sebebê qetilkirina nêzî 40 welatiyên me. Mi jî çawa ku di doznameyê de jî tê gotin li ser hesabê xwe yê twîtterê gotibû: Divê dewlet hesabê 32 welatiyên me ji qatîl û pravakator Selahaddîn Demîrtaş bipirse. Ev twîît dikeve qategoriya serbestiya fikr û îfadeyan."  

"Ezê wek Mislimanekî her tim ji qatilan re bibêjim qatil"

Piştî qerarê Özköse li ser malpera xwe ya twîtterê destnîşan kir ku: "Ger li vî welatî gotina ji qatilan re meriv bêjê qatil sûc be bila raya giştî bizanibe ez ê wek Mislimanekî her tim ji qatilan re bibêjim qatil. Xwedê heye xem tuneye! Ji ber ku min wesf û sifeta şexsekî ku para wî di qetilkirina Yasîn Böru û hevalên wî de heye gotiye ez qet ne poşmanim. Bijî edaleta îlahî!"     

Bertekên li dijî qerarê

Li ser malpera twîtterê hashtaga #AdemÖzköseBêsûce (#AdemÖzköseSuçsuzdur) hat vekirin û gelek kesan destek û piştgirî dan hashtagê û xwestin ji ber bandora Demîrtaş li ser bûyerên 6-8ê Cotmehê ew jî bê darizandin.

Parlementerê AK Partiyê û Amîrê Îdarî yê TBMMê Ahmet Gundoğdû got: " Ji ber ku Demîtaş Yasîn Börü û hevalên wî bi destê xayinan daye kuştin ez jî ji wî re dibêjim 'Selahaddîn Demîrtaş qatil e." 

Alîkara Serokê Mafên Însanan û Hereketa Edaletê  Gulden Sönmez jî dîyar kir ku: "Ev îxbar e. Li gor min ji ber bandor û rola Selahaddîn Demîrtaş ya li ser bûyerên 6-8ê Cotmehê ew qatil û provaqator e." 

Nivîskar-Rojnamevan Mehmet Toprak jî got: "Ev wek henekaye!  Divê Demîrtaşê ku pêdankirinê kuştina Yasîn û hevalên wî ye bê darizandin, lê belê ji wan kesên ku ji Demîrtaşê pêdankirinê kuştinan e re gotina 'qatil' re ceza hat dayîn. Ev çawa edalete?! 

Hunermendê deng Umut Murare jî diyar kir ku: Di pişt van qeraran de hin hesabên din heye, ev wek rojê li ber çavaye! Divê kesên vê biryarê dabê bên vepirsîn!  #AdemÖzköseBêsûce. (#AdemÖzköseSuçsuzdur) (ÎLKHA)

 













Bu haberler de ilginizi çekebilir