• DOLAR 32.386
  • EURO 35.122
  • ALTIN 2326.454
  • ...
3 zarok di nav zeviya pembû de wek mirî hatin dîtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Rihayê 3 zarokên ku di nav zevîyê pembû de raketibûn, wek mirî hatin dîtin.

Bûyer li taxa Ulucanlarê ya navçeya Eyyubiyeyê ya Rihayê pêk hat. Li gor îdîayê 3 zarokên ku êvarî ji bo raketinê çûn nav zeviyê pembû û li ser pembû xwe dirêj kirin û  ji ber sarbûna hewayê her 3 zarokan pembû avêtin ser serê xwe. Piştî malbatan xeber ji zarokan negirt dest bi lêgerînê kirin û di encama lêgerînê de  cesedên 2 birayên bi navê  Harun Tekdağ (13) û Ali Tekdağ (14) û  kurapê wan Huseyîn Tekdag (14) di nav zeviyê de hatin dîtin.  

Tê îdîakirin ku ji ber zarok bê hewa mane mirine. Piştî ekîbên lêkolînê hatin cîyê bûyerê cinazê zarokan ji bo otopsiyê hatin rakirin lijneya Tiba Edlî ya Rihayê.

Derbarê bûyerê de lepirsîn dewam dike. (ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir