• DOLAR 32.522
  • EURO 34.804
  • ALTIN 2420.369
  • ...
"Di warê peymana nukleer de kirina gotûbêjên nû ne mimkun e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alî Ekber Welayetiyê ku Serokê Lêkolîna Stratejîk ê Konseya  Teşhîsê yê Mesleheta Nîzama Îslamê û Şewirmendê Polîtîqaya Derve yê Rêberê Înqîlaba Îslamî yê Îranê Ayetullah Hamaney ne derheqê gotinên Donald Trump ên derbarê Îranê de daxuyanî da û nirxandinan kir. Welayetî di daxuyaniya ku da de destnîşan kir Îran bo pergalên xwe yên parastinê ji tu kesên din destûrê nastîne û gotina vê yekê nayê qebûlkirin. Welayetî dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Amerîka bi xwe ji wan welatên 5+1 e ku îmze avêtiye peymana nukleerê. Divê ew welatên ku îmze avêtine li ser sozên xwe bin. Cardin ji ber çavan derbaskirin an jî gotûbêjkirina peymana nukleerê ne mimkûn e. Ew ê tu carî peymaneke nû di warê nukleerê de çênebe."(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir